Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e 2021-05-11 09:07:13 MÊRSÎN - Esnafên Hala Zebze û Fêkiyan a Tarsûsê gotin: "Camêro li qesrê dijî, kêf kêfa wî ye. Lê milet birçî ye, perîşan e."    Krîza aborî ya Tirkiyeyê êdî taqet di tu kar û barî de nehiştiye. Her diçe kûrtir dibe. Bertekên li dijî vê krîzê jî zêdetir dibin. Nexasim jî di dema qedexeya dawî ya 17 rojan de rewşa esnafên Tirkiyeyê hîn xerabtir bûye. Esnafên Hala Zebze û Fêkiyan a Tarsûs a Mêrsînê bertek nîşanî rewşa heyî dan û gotin: "Camêro li qesrê dijî, kêf kêfa wî ye. Lê milet birçî ye, perîşan e."    ‘EM MIRÎ NE'    Tûrgût Akça yê 60 salî ku 20 sal in esnafê halê ye, anî ziman ku karê wan ji binî de qediyaye. Akça, bilêv kir ku ferqa di navbera fiyetên îsal û par de ferqek pir mezin e. Akça, diyar kir ku krîza aborî û pandemî herî zêde bandorê li esnafên biçûk dikin û got: "Esnafên biçûk mirine. Em nikarin tu karî bikin. Divê mezinên dewletê çareyekê peyda bikin."    Akça, bal kişand ser qedexeya dawî û got: "Belkî di cejnê de çend qurîş têketa berîka esnafan, lê bi biryara qedexeyê re esnaf nema. Diviyabû li halê esnafan bifikiriyana. Min berên ku ji Tarsûsê stendibûn, birin Erdîşa Wanê. Em li wir jî nikarin bifiroşin. Xiyarê ku me duh na pêr bi 4 lîreya stendibû, me li Erdîşê bi 3 lîreyan firot. Destûrê didin marketan, lê ev îş bi marketan nameşe. Ma çi gunehê me heye? Fatûre ne li marketên mezin, li me tê birîn."    ‘DEWLETÊ ESNAF NEHIŞTN'    Akça got: "Dewletê esnafên biçûk kuştin. Desteka dewletê ne ji bo esnafên biçûk, ji bo marketa ye. Didin kê, min fêm nekir. Ê me bi xwe em mirine, nemane. Em di meha Remezanê de ne, heta niha me tenê 3 kîlo goşt xwariye. Ma ne gune ye? Ji bo xatirê Xwedê bila dengê me bibihîsin."    ‘EM PERÎŞAN IN'    Esnaf Yûnûs Sonyilê 42 salî jî bal kişand ser qedexeya dawî û got: "Di vê pêvajoyê de dewletê em perîşan kirin. Her tişt biha bû. Her der ji bo zengînan vekiriye, lê ji bo feqîran girtiye. Di vê pêvajoyê de zengîn zengîntir dibe. Feqîr jî feqîrtir. Market vekirî ne, bazar girtî ne. Ma dê bazarvan ji ku bîne û bixwe? Wisa nabe. Nan tune mirov bixwe. Em perîşan bûne. Dev ji bandora krîzê berde, kar nemaye. Camêro li qesrê dijî, kêf kêfa wî ye. Lê milet birçî ye. Nan bi destê milet nakeve."    HALÊ COTKARAN   Fatîh Kiliç ku li halê komîsyonvaniyê dike, got: "Ji ber van qedexeyan em nikarin tiştekî bifiroşin. Ji ber ku bazarvan nikarin biçin bazaran, fiyet kêm bûye. Berên cotkaran di dest wan de man. Fiyet nîvî nîvî kêm bûne. Tiştek nayê firotin. Berên ku beriya qedexeyê me bi 6 lîreyan difirotin, niha bi 2 lîreyan e. Sedem jî, ji ber qedexeyê ye. Ji lew re bazarvan nikarin biçin bazarê. Market bi fiyetine pir buha difiroşin. Gel nikare tiştekî bikire."    Kiliç, destnîşan kir ku bi biryara dawî re ber di destê cotkaran de man û komîsyonvan jî nikarin berên di dest xwe de bifiroşin. Kiliç got: "Heger tu karibî bifiroşî tu yê bifiroşî, nikaribî malê çopê ne."    Kiliç xwest qedexe bên sistkirin û bazarvan biçin bazarê.    MA / Omer Akin-Mehmet Şah Orûç