Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin 2021-05-11 10:59:18   ŞIRNEX - Şerê li Zap, Metîna û Avaşîn ê di navbera TSK û PKK'ê de 19 roj in didome. Ji ber di şer de gelek eskerê TSK'ê hatin kuştin, niha cerdevanan dişînin operasyonê.    Şerê ku TSK'ê li herêma Zap, Metîna û Avaşînê ku di 23'ê Nisanê de dabû destpêkirin, 19 rojin didome. Li Qereqola ku navenda şer bi rêve dibe ya Elemunê ya Navçeya Qilebana Şirnexê, şerê dijwar qewimî. Li gorî çavkaniyên heremî piştî di şer de gelek esker hatin kuştin, niha cerdevanan dişînin operasyonê. Hat diyar kirin ku rayedarên eskerî bang li 50 cerdevanên Gundên Bejuh û Mêrgehê kirine û xwestine biçin Qereqola Ememûnê ya Hidûd. Hat diyar kirin ku cerdevan bi maşineyên zirxî şandin herêma operasyonê.    Çavkaniyên herêmî anîn ziman ku di şer de gelek esker hatine kuştin û ji ber hêjmara eskerên hatin kuştin zêde bûne, niha alikariyê ji cerdevanan dixwazin û cerdevanan dişînin şer. Hat zanin ku eskeren birîndar bûne ji şandin Nexweşxaneya Eskeri ya Gultane ya Enqereyê. Hat destnîşan kirin ku cerdevanên naxwazin biçin operasyonê jî, wan bi zorê dibin operasyonê.