Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin 2021-05-11 11:36:59   RIHA – Malbata Şenyaşar bang li rêxistinÂen civakî yên sivîl û baroyan kir û got: “Em ji vê zilma bi rêya hiqûqê tê kirin re bêdeng nemînin. Werin em bi hev re zexta siyasî ya li ser darazê bi hev re bişikînin.”   Malbata Şenyaşar a ji bo ferdên malbata xwe ku di êrişa parêzvan û alîgirên AKP’ê de hatin kuştin 64 roj in bi daxwaza “edaletê” çalakiya nobetê li dar dixin. Malbat ji ber qedexeya derketina derve çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bang li rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan kir û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 64’emîn de ye. Em bang li hêzên demokrasiyê û baroyan dikin: Em ji vê zilma bi rêya hiqûqê tê kirin re bêdeng nemînin. Werin em bi hev re zexta siyasî ya li ser darazê bi hev re bişikînin.”