Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir 2021-05-11 15:29:21   HATAY - Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Îsmaîl Tamboga yê 22 sal in ku nexweşê penceşêra mîdeye pêre heye û li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne, ber bi nebaşiyê ve diçe. Parêzera wî ji bo tedawiya Tamboga bê kirin bang li rayedaran kir.    Li gorî daneyên Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiye û Bakûr 605 jê giran hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Yek girtiyê nexweş ê rewşa wî giran e jî Îsmaîl Tamboga yê 22 sal in ku nexweşê penceşêra mîdeye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne ye.    Tamboga di dema qedexeyên derketina derve ya Cîzîrê de, hêj 16 salî bû hatibû binçavkirin û girtin. Dadgeha herêmî bi îdiayên “Xerakirina yekitiya welat û tevahiya dewletê” û “kuştina bi bi zanebûn" cezayê hefsê yê 4 caran heta hetayê girankirî dayê. Rewşa tenduristiyê ya Tamboga di şertên girtîgê de her roja ku diçe xerabtir dibe. Parêzara wî Mehtap Sert, îro çû girtîgehê bi Tamboga re hevdîtin kir û derbarê rewşa wî ya dawiyê agahî parve kirin.    Sert, anî ziman ku pirsgirêkên ku Tamboga ên xwe gihandina tedawiyê berdewam dikin û diyar kir ku muwekîlê wê ji ber çûbû nexweşxaneyê niha di qawişa karantînayê de tê ragirtin. Sert da zanîn ku malbata muwekîlê wî ji bo wî sewqî girtîgeheke nêzîkî Şirnexê bikin heta îro gelek caran serî li îdareya girtîgehê dane lê ev daxwazên malbatê bêyî ku hêcet nîşan bidin hatine redkirin. Sert bi lêv kir ku biryara redkirinê bi devkî hatiye gotin û serlêdanên hiqûqî hatine astengkirin.   ‘CIHÊ WÎ NE GIRTÎGEH E, NEXWEŞXANE YE’   Sert, anî ziman ku Tamboga gelek zeîf bûye, ji ber nikare xwarineke baş bixwe rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe û got: “Ji ber tedawiya mamayê danê diranên wî xera bûne. Ji ber diranên wî şikestine hundirê devê wî enfeksiyon girtî ye. Ji bo mîde dibin nexweşxaneyê lê ji bo diranên wî pandemî hêcet tê nîşan didin û nabin. Ji ber hêj endoskopî nehatiye kirin, pirsgirêka mîdeya wî jî nayê çareserkirin. Wextê wî gelek di karantînayê de derbas dibe. Dema di karantînayê de 4 pirtûk qedandine lê pirtûkên nû nadinê. Ligel rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê dixwaz e jî rojnameya Milliyetê didinê. Ji ber ku tena serê xwe di şertên weke tecrîdê de ye nikare dema xwe derbas bike, nexweşiya wî girantir dibe. Cihê girtiyekî wisa ê nexweşê giran ne girtîgeh e, divê li nexweşxaneyeke baş bê tedawîkirin.”