Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan 2021-05-11 17:22:58     DÎLOK - Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Mûsa Aydin û Dayika Aştiyê ya girtiya nexweş Dûrrî Kaygûsûz jî di nav de 5 kes hatin berdan.   Li Dîlokê di 14’ê mijdara 2019’an û di 14’ê tîrmeha 2020’an de 90 siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl hatibûn binçavkirin. Pişt re dosyayên 11 jê girtî 90 kesan kiribûn yek. Di lêkolîna dosyaya dozê de 5 kes hatin berdan. Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz a girtiya nexweş ku bi îdiayên “propagandaya rêxistinê kiriye” û “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin û li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M dima, Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Mûsa Aydin, Guler Erat, Azîme Bali û Hûrşît Besle bi biryara navberê hatin berdan.    Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Dîlokê derbarê siyasetmedarên bi navê Mehmet Ozkan, Îsmaîl Berkpinar, Muslum Kiliç, Abûllah Înce, Cûmalî Taşçi û Selman Tûtûmlû de jî biryara berdewama girtina wan da.