33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e 2021-05-12 09:00:19 STENBOL - Firat Şîşmanê HPG'î ku li bejahiya Şirnexê hatibû zevtkirin, 33 roj in xeber jê nayê girtin. Parêzera wî Newroz Ûysal got: "Beyanên bi nanok, îşaret bi muameleyeke nebaş û şertên giran dikin."  Di 10'ê Nîsanê de li herêma Besta ya di navbera Şirnex û Sêrtê de operasyoneke eskerî çêbûbû. Hatibû gotin ku Firat Şîşmanê HPG'î di vê operasyonê de jiyana xwe ji dest daye. Lê piştî çend rojan Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû daxuyanî dabû û di axaftina xwe de destnîşan kiribû ku Şîşman sax e. Piştî vê daxuyaniya Soylû, malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû. Lê belê 33 roj in ji malbatê re nayê gotin ku bê ka Şîşman li ku ye.    Birayê Şîşman Mesût Şîşman û parêzera wî Newroz Ûysal, têkildarî pêvajoyê de axivîn.    NIZANIN LI KU YE    Bira Mesût Şîşman, anî ziman ku piştî daxuyaniya Soylû serî li dozgeriyê dane, lê belê hê jî tiştek ji wan re nehatiye gotin. Şîşman, diyar kir ku lê belê parêzeran gotiye niha rewşa birayê wî ne xedar e.    BIRYARA BINÇAVKIRINÊ TUNE YE   Şîşman, anî ziman ku di serlêdanan de tiştên ji wan re hatine gotin li hev dernayên û got: "Me xwest em wî bibînin, lê dozgeriyê nehişt. Qaşo gotiye, 'Gava baş bibim ez ê hevdîtinê bi malbata xwe re bikim' û bi vî awayî hevdîtina bi malbat û parêzeran re red kiriye. Em bawer nakin tiştekî wiha gotibe. Dozger jî dibêje 16 roj in di beşa awarte de ye. Kesekî ku 16 roj in di beşa awarte de be dê çawa îfadeyê bide? Dê çawa biaxive? Di warê tibbî de ev ne pêkan e û di warê hiqûqî de jî nayê qebûlkirin."    Şîşman, anî ziman ku serlêdanên parêzeran jî bêencam mane û dozgeriyê jî gotiye, ji ber ku derbarê birayê wî de biryara binçavkirin û girtinê tune ye dê tiştekî nebêje. Şîman got: "Meheke di nav destê we de ye, çima pêvajoyeke hiqûqî dest pê nake?"    CENDIRME TELEFONÎ MALBATÊ DIKE    Şîşman, bilêv kir ku hin kesên gotine ji Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê digerin telefonî bavê wî, xwişkên wî û wî kirine û got: "Gotine hûn bi tenê werin hûn ê karibin wî bibînin. Telefonî min jî kirin. Min jî got ji ber pandemiyê qedexe heye û em nikarin werin. Min got, parêzer li wir in û ew dikarin hevdîtinê bikin. Min got, di warê qanûnî de çi hewce be ewê bikin. Wan jî got, ji ber ku biryareke binçavkirinê tune ye, parêzer nikarin hevdîtinê pê re bikin."    Şîşman, diyar kir ku hin kes têkildarî vê hatine mala du xwişkên wî yên zewicandî jî û got: "Gotine em kaxezekê îmze bikin, ji bo parastina we em ê komekê bişînin. Lê daxwazeke me ya bi vî rengî tune ye. Min jî daxwaznameyek da walîtiyê û tê de got daxwazeke me ya bi vî rengî tune ye. Cendirmeya Şirnexê tim telefonî malbata min û xizmên me dikin. Nizanim, doza çi dikin. Pêdiviya me bi parastinê tune ye. Ê ku pêdiviya wî bi parastinê heye, Firat Şîman e ku hûn dibêjin birîndar e. Pêdiviya wî bi parastinê heye. Fikarên me hene. Em nizanin çawa ye, di çi halî de ye."    NAKOKΠ   Parêzera malbatê Newroz Ûysal jî diyar kir ku dozger du caran hevdîtin qebûl kiriye û wekî din daxwazên ji bo hevdîtinê red kirine. Ûysal, anî ziman ku pir hewl dane lê tu agahî bi dest nexistine û got: "Hem dibêjin kar û barê binçavkirinê dest pê nekiriye, hem jî îşaret bi zabitnameyê dikin û dibêjin naxwaze hevdîtinê bi malbata xwe re bike. Lê zabitnameyê rê me nadin. Dibêjin, zabitname di 9'ê Nîsanê de hatiye îmzekirin. Gelo bi rastî jî zabitnameyek wiha heye yan na? Ew jî nediyar e. Heger hebe jî, dijî qanûnê ye. Çimkî dozgeriyê got, rewşa wî xetere ye û dê ev xetere heya hefteyekê bidome û di beşa awarte de ye. Hefteya ewil ji 8'ê Nîsanê dest pê dike û heya 15'ê Nîsanê didome. Kesekî ku di beşa awarte de be û bê ser hişê xwe û bibêje 'ez naxwazim hevdîtinê bi malbata xwe û parêzer re bikim'... Ne mimkun e. Pir aşkere ye ku li holê rewşeke bi nakok heye."    BERSIVINE BI NAKOK    Parêzer Ûysal, destnîşan kir ku zabitnameya navbirî yan ne rast e, yan jî gava Şîşman ne li ser hişê xwe bûye pê hatiye îmzekirin. Ûysal, anî ziman ku gotina "ew bi xwe naxwaze hevdîtinê bike" ne rast e û ya tê kirin dijî mafên mirovan e û got: "Ji lew re ne nivîskî ne bi telefonê û ne jî bi awayekî fîzîkî beyaneke wî tune ye."    ÎŞKENCE    Ûysal got: "Gava em lê dinêrin dozger û cendirme bi tu awayî tiştekî nabêjin, malbatê eware dikin û beyanên wan jî li hev dernayên. Lewma beyanên bi nanok, îşaret bi muameleyeke nebaş û şertên giran dikin."    Ûysal, destnîşan kir ku divê civak vê îhmalkariya di warê hiqûqî de qebûl neke û ew jî hewl didin ku tevî saziyên saziyên mafên mirovan rewşê zelal bikin.   MA / Îdrîs Sayilgan