Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin 2021-05-12 09:46:52   STENBOL - Endamê Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Recep Koç diyar kir ku li welatekî heke 16 milyon karker bixebitin, wê “qedexeya ji binî ve” qet pêk neyê û îqtidar dixwaze pêşî ne li şewbê pêşî li muxalîfan bigire.   Li Tirkiyê li şûna polîtîkayên tenduristiya civakê polîtîkayên ku ewilî aborî û parastina sermayedaran difikire heye. Xebata di van rojên ku korona li Tirkiyê pir berbelav bûye, jiyana 16 milyon û 393 karkeran dixe xetereyê. Qedexeya derketine derve ya giştî heta roja 17’ê gulanê wê dewam bike û ev qedexeya giştî ku tê gotin ji bo sektora turîzmê ye dibe sedema nerazîbûnan. Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Recep Koç tekildarî rewşa Kovîd-19’ê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di bin navê pandemiyê de bergiriyên hatine girtin azadiya xelkê tê sînorkirin û ev bergirî di tibê de kêrî tu tiştekî nayên.    ‘TU WATEYA QEDEXEYÊ NÎNE’    Koç anî ziman ku îqtidarê ji destpêka şewbê ve tevdîrên bi awayek têrkirî ne girtine, her ku pêketî kêm bûn gavên pêvajoyên asayîbûnê hatin avêtin û dîsa pêvajo dizivire serî û ev yek rê li ber belavbûna bi lez a koronayê vedike. Koç da zanîn ku bi vekirina fabrîka û pîşesaziyê re tu wateya qedexeya giştî nîne û li welatek ku 16 milyon karker bixebitin ne mimkin e ku behsa girtina giştî were kirin.    TENÊ LI NAVENDEK TÊ BIRÊVEBIRIN    Koç anî ziman ku divê qedexe ne ji bo tevahiya bajaran bûya û qedexe li bajarên ku pêketî zêde bûna bihata sepandin. Koç destnîşan kir ku li cihê pêketiyên koronayê gelek kêm in jî qedexeya giştî hatiye sepandin û got: “Îqtidar dixwaze ji yek navendê pandemiyê bi rê ve bibe. Divê li gorî xweseriya herêman tevdîr werin girtin. Lê şûna vê pêvajoyê bi qedexeyê bi rê ve dibin.”    ‘QEDEXE JI XWE RE KIRINE FERSEND’    Koç anî ziman ku tevdîrên hatine girtin di zanistê de tu berdêlê wê nîne û got: “Qedexeya giştî ji bo demek meriv li cihek xwe mihafeze bike ye. Divê tiştên civakî neyên kirin. Lê belê îqtidarê van qedexeyan û tevdîran ji bo fişarê li ser civakê bike bikar anî. Qedexe zivirîn qedexeyên daxuyaniyên çapemeniyê, civîn û xwepêşandanan. Îqtidarê pandemiyê veguherandiye fersendê. Azadiyan hemû sînordar kiriye. Yên ku ji hezaran kesên li kongreyan kom bûn re dengê xwe dernexistine, ji komên komên biçûk re dibêjin daxuyanî qedexe ye û wan binçav dikin.”