DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da 2021-05-12 09:50:42 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Silêmaniyê DAIŞ’ê êrişî noqteyeke pêşmergeyan kir û pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.  Piştî hefteyekê DAIŞ’ê careke din li Herêma Kurdistanê êrişî pêşmergeyan kir û pêşmergeyek ji ber êrişa DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da. Komeke DAIŞ’î li herêma Serqale ya navçeya Kifrî ya Germiyanê ya Silêmaniyê êrişî noqteyeke hêzên pêşmergeyên Lîwaya 116’an ku weke Lîwaya Hisên Blok tê nasîn kirin.    Li gorî nûçeya ku Rojnewsê derbas kiriye, 6 DAIŞ’iyan bi mmotorbisiqlêtê êrişî pêşmergeyan kirine û pêşmergeyê fermandarê nuqteyê jiyana xwe ji dest daye. Piştî êrişî DAIŞ’î ji cihê bûyerê reviyan û şopa xwe dane windakirin.    Li aliyê din hefteya borî jî li Kerkûkê DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kiribû û di êrişê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû.