Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin 2021-05-12 12:14:35   RIHA - Birayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mehmet Ocalan, diyar kir ku piştî hevdîtina telefonê ya di 25’ê Adarê de hat kirin hemû derî li wan hatin girtin û xwest ku ji ber cejnê hevdîtina rûbirû pêk were.   Rayedarên dewletê destûrê nadin ku malbat, wasî û parêzerên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F dimîne re hevdîtinê bikin û 22 sal in di şertên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Li gel bi awayê qanûnî hefteyê carekê mafê hevdîtina telefonê yê Ocalan heye jî di 22 salan de tenê du caran bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk anî. Ocalan di 25’ê Adarê de tenê 4 deqîqe û nîvan karibû bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive. Ocalan di vê hevdîtinê de ev peyam dabû, “Dewlet jî hûn jî xelet dileyîzin. Ev ne hiqûqî ye, rast jî nîne. Ez dixwazim parêzerên min bên vê derê û bi min re hevdîtinê bikin.”   48 ROJ DERBAS BÛN   Piştî ku 48 roj bi ser hevdîtina telefonê re derbas bûn malbat û parêzerên Ocalan gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê ne erênî ne jî neyînî bersiv negirtin. Mehmet Ocalan ê herî dawî bi telefonê ligel birayê xwe axivî, bi bîr xist ku di cejnan de bi girtiyan re hevdîtinên taybet pêk tên û anî ziman ku heta niha kesê ew di vî alî de agahdar nekirine. Ocalan da zanîn ku piştî hevdîtina telefonê ya di 25’ê Adarê de hat kirin hemû derî li wan hatin girtin û wiha got: “Em û parêzer her hefteyê bi daxwaza ‘hevdîtina bilez’ serî lê didin lê ne erênî ne neyînî bersiv nadin. Ev helwest nayê qebûlkirin. Bi 3-4 deqîqeyan hevdîtina telefonê weke ku henekên xwe bi me dikin. Jixwe ew maf jî du caran pêk anîn. Mafên me yên qanûnî û demokratîk hene. Divê ev mafên me bi awayekî hiqûqî bên temînkirin.”   LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ TUNE YE   Ocalan anî ziman ku birayê wî girtiyekî siyasî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji girtiyên din cudatir mafekê naxwazin. Mafê me çi be divê dewlet wî temîn bike. Daxwazên me beriya her tiştî daxwazên mirovî ne. Pêwistiya Serok bi awayê hiqûqî bi parêzeran heye. Daxwaza me û parêzeran ne ewe bi telefonê biaxivin. Em dixwazin pê re rûbirû hevdîtinê bikin. Li Girava Îmraliyê hiqûq tune ye. Canê wan dixwaze bang li me dikin. Mafên her mirovî yên demokratîk hene. Daxwaza me ew e ku demildest em rûbirû hevdîtinê bikin. Ez wan kesên vî mafê me pêk nayînin şermezar dikim.”   MA / Emrullah Acar