Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne 2021-05-12 12:41:20   RIHA - Malbata Şenyaşar bi dîmenekî ku li baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê her sê ferdên lê hatin kuştin nîşan dide parve kir û got: “Her tişt li holê ye, tişta ku nîne jî hiqûq û edalet e.”   Çalakiya ku Malbata Şenyaşar bi daxwaza berpirsiyar bên darizandin li pêş Edliyeya Rihayê “Nobeta Edaletê” da destpêkirin, di roja 65’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê nîsanê ve çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    ‘HER TIŞT LI HOLÊ YE’   Malbatê di hesaba xwe ya Twitterê de dîmenê ku li baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê roja ku êriş lê çêbûye hatiye girtin parve kir. Malbatê di hesabê xwe de hesabên fermî yên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û hesabê Serokkomariyê etîket kir û wiha got: “Sal 2018: Rojeke erefê ye. Cih: Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Li nexweşxaneyê 3 ferdên malbata me hatin qetilkirin. Îro 2021 roja erefê ye. Hêj li ser dosyaya dozê biryara nepen heye. Her tişt li holê ye, tişta ku nîne hiqûq û edalet e.”   ‘BILA TU TIŞT VEŞARTÎ NEMÎNE’   Di dîmenê de jî ev gotin cih girtin: “Dîrok 14.06.2018 Cih: Ne Filistîn e. Îsraîlê tu car êrişî nexweşxaneyan nekir. Ev der Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ye. Kesên ku êriş kirin malbata Yildiz ê parlementer e. Dema biryara nepen rabû em ê dîmenên di hûndir de jî parve bikin. Bila tu tişt veşartî nemînin. Em lêpirsîneke bi bandor û bêalî dixwazin. Tenê edaletê dixwazin.”   Di dîmen de tê dîtin ku polîsên hêzên çevîk û bi dehan kes ji nexweşxaneya ku dengê çekan jê tê dûr dikevin.