ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-13 09:00:39   * Hevseroka Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê ava Çemê Firatê wekî amûra şer bi kar tîne û bang li dewletên navneteweyî û saziyên mafê mirovan kir ku bêdeng nemînin.    * Hevsroka KNK'ê Zeyneb Murad êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê nirxandin û got: "Ev şer şerê her çar perçeyên Kurdistanê ye. Dem ne dema bêdengiyêye."   * Zanyarê Siyasî û Nivîskar Cemal Çelkî têkildarî operasyona TSK'ê ya li Zap, Metîna û Avaşînê pêk tê, diyar kir ku Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê û got "Tirkiye bi dehan, sedan operasyonên din jî çêke encamê nastîne. Ji ber ku bi mêtîngeriyê serkeftin çênabe."    * Esnafên Mêrsînê anîn ziman ku bi pandemiyê re rewşa karê wan xirabtir bûye û gotin: "Berpirsiyarê krîza navbirî rêvebirên welêt in."    * Jinên sendîkayî diyar kirin ku di pêvajoya pandemiyê de hem li cihê kar hem jî li malê keda jinan tê binpêkirin û gotin: "Her ku rêxistinbûyîna sendîkayî kêm dibe jin jî bêtir bi tenê dimînin."   * Li Tirkiyeyê penaberên sûriyeyî 10 salên tijî êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tecawiz, tahde û îşkenceyê û ji gelek mafan bêpar li dû xwe hiştin.    * Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn a CHP'ê Alî Mahîr Başarir, destnîşan kir ku nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de li ber siya pergala dewleteke riziyayî û qirêjî tên kirin û got: "Peyva azadiyê û MHP'ê dijî hev in, nayên kêleka hev. Ez nikarim Bahçelî û lihevkirin, demokrasî û xweşbîniyê bînim kêleka hev."   * Jinên ku bertek nîşanî operasyonên TSK'ê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê dan, xwestin şer bi dawî bibe.    * Alî Alagoz ê 66 salî yê li Îdirê dijî, mîna zarokên xwe, neviyên xwe jî bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike. Alagoz, diyar kir ku ew ji Kurdî bi hez dike û got: “Divê hemû malbat, di vî warî de bi hestiyar tevbigerin.”   * Kovara Hawarê ya di dîroka wêjeya kurdî de xwedî cihekî girîng, bû 89 salî. Nûnerên saziyan, bang kirin ku ji bo ku têkoşîna sedsalan nesekine, herkes vexwendin têkoşîna xwedî derketin zimanê xwe.    * Çalakiya bi daxwaza "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 66'emîn de berdewam bike.