Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne 2021-05-13 09:01:29   RIHA - Hevseroka Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê ava Çemê Firatê wekî amûra şer bi kar tîne û bang li dewletên navneteweyî û saziyên mafê mirovan kir ku bêdeng nemînin.    Ji ber ku Tirkiyeyê ava Çemê Firatê ya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve diherike kêm dike, li herêmê 30 îstasyonên avê betal bûne. Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê di sala 1987'an de peymanek îmze kiribûn û li gorî vê peymanê divê Tirkiye saniyeyê 500 metrekup avê berde. Lê ji ber ku niha pêşî li ber avê digire li herêmê nexweşîn, krîzên di warê çandinî û endustriyê de rû didin.    Hevseroka Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê Ahin Siwêd, kêmkirina avê, bandora wê ya li ser ceryana herêmê û gelê herêmê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.    KOVÎD ZÊDE DIBE    Siwêd, bibîr xist ku ji 27 meha yekê heya niha rêjeya ava Firatê ji hêla dewleta Tirkiyeyê ve tê kemkirin û got: "Di bendava Rojava, Tebqa û Azadîyê de av pir kêm bûye. Rêjaya ava Bendava Rojavayê 4 metro kêm bûye. Li Tebqayê 5 metro kêm bûya. Ev rêjeya mezin a kêmbûna avê di warê jiyanê de dibe sedema gelek pirsgirêkan. Berdewamkirina vê kêmkirinê, di warê tenduristî de dibe sedema pirsgirêkan û rê li ber belavbûna Covîd-19'ê vedike. Li bajarê nezî ava Firatê şewb zêde dibe. Di milê çandiniyê de bajarê nêzî Firatê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Bajarên nêzî çem, di warê peydakirina ava vexwarinê de zehmetiyê dikişînin. Ev pirsgirêk di hêla enerjiyê de jî rû didin."    BENDAVÊN HERÎ MEZIN ÊN SÛRIYEYÊ    Siwêd, destnîşan kir ku bendava Rojava, Tebqa û Azadiyê li herêmê bendavên herî mezin in û got: "Wekî hûn dizanin her sê bendav, bendavên herî mezin ên Sûrîyeyê ne. Wekî herêma Cizîrê du milê me hene, lê ew bajar ji bendavan enerjîya xwe digirtin. Berdewamkirina kêmkirina avê, bandorê li ceryanê jî dike. Em rojê 8 saeta ceyranê digirin. Lê li gor şert û mercên herêmê, demeke pir hindik e."    'EV NE TIŞTEKE JI RÊZÊ YE'   Siwêd, diyar kir ku di şerê cîhanê de av û nan wekî cureyên şer nehatine bikaranîn û got: "Lê dewleta tirkî ev peyman hemû derbas kirine. Berdewamkirina şer li Efrînê, Serêkanîyê niha di milê avê de berdewam dike. Ev bandorê li çandinî, tenduristî û endustriyê jî dike. Ev ne tişteke ji rêzê ye, lê ne dûrî polîtîkayê dewleta Tirkîyê ye ji."   'EM ŞERMAZAR DIKIN'   Siwêd, anî ziman ku li gorî peymana di navbera dewleta Tirkiye, Sûriye û Iraqê de hatîye îmzekirin rêjeya avê diyar e û got: "Surî ji ava Firate wê çi qasî bigire diyar e. Dewlet a Iraqê jî ji wî çemî avê digire. Lê halî hazir dewletên navneteweyî, saziyên mafê mirovahiyê, dewleta Iraqê haya îro bêdeng in. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê bêdengiya wan şermezar dikin. Dibê av û nan nebin amûrên şerê neteweyî."   'ARMANC ÊRÎŞ IN'   Siwêd, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Armanca dewleta tirk xuya ye. Armanc, êrîşî wî gelî bike, Rêveberîya Xweser betal bike. Dixwaze jiyana aborî û civakî bike bin kontrola xwe. Ji ber wê av kêm kir. Em rêveberîya xweser bi civînan, bi daxuyaniyan, bi nûçeyan nerazîbûna xwe li hemberî vê polîtîkaya tinin ziman. Heya îro çi helwestên dewletê navneteweyî û saziyên mafê mirovan nehatine xuyakirin. Sîyaseta xwe li hemberî dewlet a tirk aşkere nakin."   'NE TIŞTEKÎ NORMAL E'   Siwêd, destnîşan kir ku ev cara yekemîn e Çemê Firatê digihê vê astê û got: "Çem di hinek herêman de çikiyaye. Em wekî fikir dibêjin, wê nexweşî zêde bibe, wê ziwahî çêbibe. Darên li dora çem wê hişk bibin, rewşa hewaye wê were guhartin. Nêrînê me ev in, lê em hêvî dikin ku rewşeke hê xirabtir rû nede. Ziwakirina çemekî ne tiştekî normal e."   PEYMANÊ BIPARÊZIN    Siwêd, di dawiya axaftina xwe de got: "Banga me di serî de li dewletên navneteweyî ye. Peyman heye, peymanê biparêzin. Banga me li saziyê mafên mirovan e. Hemû saziyê ku di hêla mafên mirovahiyê de dixebitin, mirovahiyê û çem biparêzin. Divê çem li gorî siyaseta şer neyê bikaranîn. Saziyên mafên mirovan soz didin ku dê mafê mirovahiyê bînin cih. Bila werin ser vê xetê û soza xwe bînin cih."   MA / Emrûllah Acar