Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû 2021-05-13 09:22:48 ŞIRNEX - Wezareta Veguhastinê, duh bi şev ji ber têkçûyîna pergalê Deriyê Sînor ê Xabûr heya 6 saetan li ketin û derketinê girt.    Wezareta Veguhatinê, duh bi şev ji ber têkçûyîna pergalê Deriyê Sînor ê Xabûr ê di navbera navçeya Sîlopî ya Şirnexê û Herêma Kurdistana Federe de, heya 6 saetan li ketin û derketinê girt. Wesayîtên bar kirî, 6 saetan di deriyê sînor de hatin rawestandin.    Di saetên serê sibê de, pergal ji nû ve ket dewrê û dest bi ketin û derketina sînor hat kirin.