Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin 2021-05-13 14:59:30 ŞIRNEX - Êrişî dêra gundê Meerî Hurmuz Dîrîl ê ji Çileya 2020’an ve agahî jê nayê girtin, kirin. Bal kêşe ku piştî yekîneyek eskerî li herêmê hat dîtin, êriş pêk hat.  Kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar, êrişî Dêra Marta Şîmonî ya li gundê Meerî ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê kirin. Peykerên di dêrê de avêtin erdê û tizbî li derve hatin dîtin. Di heman demê de, cawên ji bo başkirina nexweşiyan ên hatibûn daliqandin jî ji dêrê hatibûn derxistin û kendalekê de hatibûn avêtin. Dîsa xaça dêrê, di erazî de hat dîtin.    PIŞTÎ VEGERIYAN GUND…   Ji ferdên malbatê Dîrîl Gulcan Dîrîl Uzumcu ya xwe gihand Ajansa Mezopotamya (MA), bal kişand ser bûyerê û wiha got: “Berî 3 heftiyan em bi malbata xwe re hatin gund. Di 20’ê Adara 2020’an de, me bi derfetên xwe cenazeyê dayika xwe Şîmonî Dîrîl dît. Em niha li aqûbeta bavê xwe digerin.”    YEKÎNEYA ESKERÎ   Dîrîl, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku em şopa bav û dayika xwe bibînin, xwedî li bax û baxceyên wan derkevin, hatin gund. Di 9’ê Gulana 2021’an de, piştî nîvro, me komek ji 8 karmendên ewlekariyê dîtin. Em nizanin di nava wan de esker hebûn an tune bûn. Me li qereqolê geriya û ji rayedarên qereqolê re got yekîneyek wiha heye. Agahiya qereqolê hebû.”     TU KESEK DIN NEHATIYE   Dîrîl, da zanîn ku ew nizane ew kes ci demê ji herêmê derketin û wiha bilêv kir: “Di 11’ê Gulanê de, bi tesaduf me cawên başkirina nexweşiyan tên daliqandin, di kendalekê de dîtin. Dûre me çûn dêrê. Me dît ku tispiyên dêrê avêtine derve, beyker li erdê xistine û xaç şewitandine. Piştî karmendên ewlekariyê hatin vê derê, bûyer rû da. Ji bile wan tu kes nehatiye vê derê.”    ÇIMA KIRIN?   Dîrîl, bal kêşe ku di demeke êrişên Îsraîlê yên li dijî Fîlîstiyan de, bûyerek wiha diqewime û wiha got: “Ez êrişa li dijî Mescîd-î Aksa şermezar dikim. Hûndirê dêra me hatiye valekirin. Bi hemane em agahiyê ji bavê xwe Hurmuz Dîrîl nagirin. Di nava vê êrişê de, bêrêzî heye. Gelo vê bi navê dewletê dikin?”    Dîrîl, herî dawî banga girtina bergiriyên pêwîst kir.    MA / Ahmet Kanbal