Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn 2021-05-13 16:48:26   MANÎSA - Komeleya Madenvanên Somayê, di 7'emîn salvegera komkujiya karkerên Soma de, 301 karkerên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Serokê komeleyê Îsmail Çolak, bal kişand ser bêedaletiya dozê û wiha got: "Yên bedenê wan nemirine, ruh û wîcdanê wan mirine."      Di 13'ê Gulana 2014an de li Navçeya Soma ya Manîsayê Kana Komirê hilweşiya bû. Di bûyerê de 301 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Komeleya Madenvanen Somayê, di 7'emîn salvegera komkujiya karkerên Soma de, 301 karkerên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Malbatan jî bi minasebeta Cejnê gorên zarokên xwe ziyaret kirin. Li ser gorên zarokên xwe dua xwendin û qurnefil danîn. Piştî bîranîna li ser gorên karkeran Serokê komeleyê Îsmail Çolak, bal kişand ser bêedaletiya dozê û wiha got: "Yên bedenê wan nemirine, ruh û wîcdanê wan mirine. Em dibêjin bûyera Somayê komkuî ye. Karker li ser vê axê dibin qurbanên kar. Ev welat kirine gora mezin a mirovan."    Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe jî li pêş Bîrdariya Madenvan  daxuyanî da û pankarta “Me 301 karker ji bîr nekir û em ji bîr nakin" vekirin. Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe Resul Demîr, anî ziman ku ewê tu carî gotinên Recep Tayip Erdogan û Yusuf Yerkel ên li dijî karkeran ji bîr nekin.    ANTALYA    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Madenê û Enerjiya Sanayê (ESM) ya Antalya jî bi heman armancê daxuyanî da. Serokê Sendîkayê Tanju Îşerî jî karkerên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.