'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin' 2021-05-14 09:04:55   ÎZMÎR - Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Lutfî Çamli ku polîtîkayên derbarê têkoşîna li dijî Covîd-19'ê de nirxandin, destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî şewbê de zêdekirina testan û derziyan pir girîng e.    Piştî qedexeyên dawî yên di çarçoveya tevdîrên şewba Covîd-19'ê de hatin danîn, li Îzmîrê jî hejmara pêketiyan kêm bû. Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Lutfî Çamli polîtîkayên îqtidarê yên derbarê têkoşîna li dijî şewbê de nirxandin.    Çamli, diyar kir ku bi testan dê pêketî aşkere bibin û gava hejmara testan bê kêmkirin tu bikî nekî girêdayî vê dê hejmara pêketiyan jî kêm xuya bike. Çamli, bilêv kir ku kesên temasa wan bi kesên pêketî re çêbûye nayên testkirin û got: "Ev nayê qebûlkirin. Semptom tune bin jî divê ev kes bên testkirin. Gava neyên kirin hûn ê nikaribin nexweşînên van kesan tespît bikin. Yanî gava hejmara testan bê kêmkirin, hûn ê nikaribin bi awayekî zelal bandora tevdîran a li ser kêmbûna pêketiyan diyar bikin. Lewma kêmkirina testan, tiştekî biproblem e. Demildest divê hejmara testan bê zêdekirin. Nexasim jî divê kesên temasa wan bi kesên pêketî re çêbûbe bên testkirin."    Çamli, anî ziman ku ji bo hejmara pêketiyan hin hedef hatine diyarkirin, lê belê ya girîng polîtîkaya di vî warî de ye û got: "Xwegihandina van hejmaran, nayê wateya kontrolkirina pandemiyê. Çendî ku hejmara pêketiyan kêm bûbe jî, lê hê jî Îzmîr di kategoriya pirxetere de ye."    NE KONTROL ÎDARE    Çamli, destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî şewbê de aşîkirin girîng e û divê ev yek zûzûka bê temamkirin. Çamli got: "Lê em dibînin ku feraseta rêvebiriya heyî, ji kontrolkirinê wêdetir, îdare ye. Berê em du caran bi pîkê re rû bi rû man. Piştî van pîkan bi awayekî bêkontrol tevdîr û qedexe sist kirin, lê pîkeke hîn xerabtir rû da. Yanî her pîk ji ya beriya xwe xirabtir e. Ji lew re sistkirina tevdîran ne li gor daneyên zanistî, di çaçroveya fikarên aborî de tên kirin. Hêvîdar im dersek girtibin û di sistkirina tevdîran a vê carê de ev rewş esas bê girtin."    RÊJEYA AŞÎKIRINÊ    Çamli, destnîşan kir ku di pêvajoya qedexeyê de divê aşî zûzûka bê kirin. Çamli, da zanîn ku niha tenê ji sedî 12'yê civakê hatiye aşîkirin û gotina Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû bibîr xist ku gotibû "Em ê hemû kesên ku turîst leqayî wan bên heya dawiya Gulanê aşî bikin" û got: "Mamoste, kesên di xizmeta sektorê de dixebitin û hwd. nayên aşîkirin, lê sirf ji bo di sektora turîzmê de baweriyekê bidin der, fikarên di warê aboriyê de datînin pêşiya tenduristiya civakê."    MA / Nacî Kaya