Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn 2021-05-14 09:05:13     EDENE - Piştî ku damezrînerê Weqfa Fûrkanê Alpaslan Kûytûl îqtidarê rexne kir, di salekê de derbarê endamên weqfê de bi dehan doz hatin vekirin û li gelek endam û dilxwazên weqfê jî bi giştî 3 milyon û 18 hezar û 547 TL ceza hat birîn.    Zext û zoriyên li ser Weqfa Perwerdehî û Xizmetê ya Fûrkanê zêde dibin. Herî dawî gava endamên weqfê xwestibûn li mizgeftan îtîkafê bikin, damezrînerê weqfê Alpaslan Kûytûl jî di nav de 30 jê zarok nêzî hezar kes hatibûn binçavkirin. Li gel binçavkirinê û lêpirsînan li gelek endamên weqfê jî bi awayekî sîstematîk cezayê pereyî tê birîn.    Îqtidarê di 30'yê Çileya 2018'an de, Weqfa Fûrkanê ji xwe re kiribû hedef û di çarçoveya lêpirsîna "rêxistina sûcî" de polîsan avêtibû ser navenda giştî ya weqfê û li Edene, Xarpêt û Dîlokê jî avêtibû ser malan. Di avêtina ser navenda weqfê û malan de polîsan Kûytûl jî di nav de 44 endamên Fûrkanê binçav kiribûn. Ji van kesan Kûytûl jî di nav de 5 kes hatibûn girtin. Di Sibata 2018'an de jî bi biryara Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Edeneyê qeyûm tayinî Wefqa Fûrkanê hatibû kirin. Di vê pêvajoyê de derbarê Kûytûl û endamên weqfê de bi dehan doz hatibûn vekirin. Dozên derbarê endamên weqfê de hê jî didomin.   Her wiha ji sala 2018'an heya niha bi hinceta "muxalefeta li hemberî qanûna xwepêşandan û civînan" derbarê bi hezaran kesî de nêzî 90 doz hatine vekirin. Derbarê endamên Fûrkanê de 972 kiryarên îdarî hatine kirin. Bi hinceta "binpêkirina pîvanên pandemiyê" de jî bi giştî 3 milyon û 18 hezar û 547 TL ceza li wan hatiye birîn. Piştî îtirazan ji vî cezayî milyon û 185 hezar û 265 TL hatiye xerakirin.    JI BER KU SERÎ NETEWANDIN...    Ji parêzerên Weqfa Fûrkanê Bîlal Îpek, zextên li ser weqfê nirxandin.   Îpek, anî ziman ku heya 30'yê Çileya 2018'an jî hema bibêje derbarê Kûytûl û endamên weqfê de tu lêpirsînên wisa cidî tune bûn û got: "Beriya operasyonê, gava rexneyên Alpaslan Xoce li ser medyaya civakî deng vedan, ev rexne kirin hincet û Alpaslan Xoce di 30'yê Çileya 2018'an de hat binçavkirin. Alpaslan Xoce û dilxwazên weqfê serî li ber îqtidarê û dijminên dîn ên xwe wekî dewletê dihesibînin serî netewandin. Sedema van zext û zoriyan û hewildanên tepisandinê ev e."    CEZA    Îpek, diyar kir ku piştî hemû çalakiyan lêpirsînên edlî û îdarî dest pê kirine û ji dozên hatine vekirin 55 jê bi beraetê bi dawî bûne. Îpek, destnîşan kir ku ji sala 2018'an heya niha derbarê bi hezaran endam û dilxwazên weqfê de nêzî 90 doz hatine vekirin û got: "Ev doz ji ber çalakiyên weqfê hatine vekirin. Derbarê 972 kesan de jî kirariyên îdarî hatine kirin. Piraniya van tiştan jî bi tawanbariya 'binpêkirina pîvanên pandemiyê' û 'muxalefeta li dijî qanûne qebehetan' hatine kirin."   Îpek, da zanîn ku bi giştî 3 milyon û 18 hezar û 547 TL ceza li endam û dilxwazin weqfê hatiye birîn û piştî îtirazê milyon û 185 hezar û 265 TL hatiye xerakirin.    Parêzer Îpek ku got "Heya niha tu fikir bi zextên aborî nehatiye tepisandin" got: "Jixwe dilxwazên Fûrkanê jî ne ew kes in ku ji ber fikarên aborî dev ji fikirên xwe berdin."    BÊDENGKIRINA MUXALEFETÊ    Îpek, destnîşan kir ku hiqûq wekî tepisandin û cezakirina muxalefetê tê bikaranîn û got: "Li welatê me parastina azadiya fikr û ramanê dê bi kêrî her kesî bê. Lê belê niha wisa bûye ku mirov gava twîtekê parve dikin, dibêjin gelo dê çi bê serê min? Zext û tirs mirovan nerihet dikin. Em dixwazin li welatê xwe serweriya edaletê û hiqûqê, darazeke serbixwe û azadiya fikr û ramanê bibînin."    MA / Hamdûllah Kesen