Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin 2021-05-14 10:22:30   STENBOL - Kadîr Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê dimîne, ragihand ku testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayên girtin   Kadîr Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5’an Sîlîvrî ya Stenbolê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, binpêkirinên li girtîgehê ragihand. Kaya, diyar kir ku di gelek girtiyan de, nîşaneya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) hene, lê heta niha testa tu girtiyan nehatiye girtin.   Kaya têkildarî rewşê ev tişt gotin: “Di gelek girtiyên ku di qawişê de dimînin nîşaneyên şewba vîrûsa koronayê yên weke kuxik, agir û serêş hene. Me ji rêveberiya girtîgehê re got, lê tu bergirî negirtin.” Rayedarên girtîgehê yên ku em pê re axivîn, diyar kirin ku ji ber ewlehiyê nikarin agahiyan bidin û anîn ziman ku hûn dikarin agahiyan ji dozgeriyê bigirin.