Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin 2021-05-14 11:07:49   RIHA - Malbata Şenyaşar, hesabê twîttera fermî ya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etiket kir û got: “Em dev ji doza xwe ya mafdar bernedin.”   Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a bi daxwaza berpirsiyar bên darizandin li pêş Edliyeya Rihayê da destpêkirin, di roja 67’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.   Malbatê li ser hesabên xwe yên medya civakî, hesabê twîttera fermî ya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etiket kir û ev peyam parve kir: “Li dijî bêedaletiya ku hatiye afirîn, emê tu carî bêdeng nemînin. Her çiqasî ragirtina ev qas êş û bêedaletî zor be jî; Em bi hêviya rojekê wê edalet pêş bikeve şiyar dibin. Em ê dev ji doza xwe ya mafdar bernedin.”