'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin' 2021-05-14 12:21:12   ENQERE - Lêkolîner û nivîskar Bedel Boselî ku li ser Kurdî xebatê dike, xwest malbat bi zarok û derdorên xwe re bi kurdî bi axivin û wiha got: “Parastina ziman mafekî bingehîn e. Yên Kurdistan dagir kirin ewil xwestin çand, ziman û dîroka  Kurdan tune bikin."    Lêkolîner û nivîskar Bedel Boselî ku li ser zimanê Kurdî xebatê dike, der barê Cejna Zimanê Kurdî û rewşa ziman de nirxandin kir. Boselî anî ziman ku Kurd li dijî polîtîkayên bişaftinê têdikoşin û wiha got: “Yên Kurdistan dagir kirin ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin. Ji bo çand û zimanê gelê Kurd tune bikin şerekî pir taybet dimeşînin. Zêdeyî sed salin polîtikayên bişaftinê didome. Ji bo vê polîtîkayê bi ser bixin bi hezaran Kurd qetil kirin. Lê gelê Kurd ji bo parastina nirxên xwe bi hevî û baweriyek mezin têkoşîna xwe berdewam dike."    'FÊRBÛNA KURDÎ BÊTIR HÊSAN E'    Boselî, anî ziman ku niha fêrbûna  Kurdî bêtir hêzan e û wiha axivî: "Berê qedera Kurdan û kurdî di destê dewletê biyanî de bû. Niha teknolojî pêş ketiye. Di fêrbûn û pêşxistina ziman de teknolojî dibe alîkar. Divê em teknolojiyê rast têxin xizmeta fêrbûna ziman. Li Stenbolê li ser onlinê 5 hezar mirov fêrî Kurdî bûn. Bi hezaran kes dikarin li ser internetê fêrî kurdî bibin. Divê Kurd di her şert û mercan de Kurdî biparêzin. Divê em pêşeng û zimanzanê Kurd civaka Kurd hişyar û zane bikin. Ji bo em polîtîkayên dagirkeran pûç bikin divê em bêtir têbikoşin. Zarokekî Kurd ku bi zimanê xwe fêr bibe û mezin bibe baweriya wî bêtir zêde ye."    'EWIL SAZIYÊN KURDAN GIRTIN'    Boselî, da zanîn ku îqtîdara AKP'ê piştî pêvajoya çareseriyê dema derbasî 2015'an bû, ewil saziyên zimanê Kurdî girtin û wihabi dawî kir: "îqtîdara AKP'ê piştî pêvajoya çareseriyê ewil Enstîtuya Zimanê Kurdî girt. Lê saziyên Kurd dawî li xebatên ziman neanîn. Divê em bi rê û rêbazên cuda xebatên ziman pêş bixin. Hebûna Kurdî hebûna Kurdan e. Divê her kes bi vê zanebûnê tev bigere. Divê Kurdên koçî metrepolan kirine ziman biparêzin û ev yek erka wan a dîrokî û neteweyî ye. Divê malbat her dem bi zarok û cîranên xwe re bi Kurdî bi aixvin. Li ser ruyê cîhanê 50 mîlyon Kurd hene. Axaftina kurdî mafê Kurdan ê herî rewa ye."