Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin 2021-05-14 15:19:02   ÎZMÎR - Parêzer Dûygû Înegollu, diyar kir ku li GGM a Harmandali ya Îzmîrê, penaberên îşkence li wan tên kirin, bi îşkencekaran re di heman cihî de tên girtin û banga lezgîn li rayedaran kir.   Li Navenda bi Şûnde Şandinê ya Harmandali ya Îzmîrê (GGM), polîsan di 11’ê Gulanê de, bi ser odeya penaberan de girtin û derb kirin. Parêzeran derbarê derbkirina polîsan de, bi penaberan re hevdîtin kirin û derbarê bûyerê de gilî kirin. Parêzer Dûygû Înegollu ya gilî kir, bûyera ku hat serê penaberan vegot.    Înegollu, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li GGM’a Îzmîrê û wiha axivî: “Ev demek dirêje hewadarkirina odeyan û hevdîtinên telefonê hatine sînordarkirin. Her tim cezayê dîsîplînê didin penaberan. Penaberên vê rewşê îtîraz dikin, ji wan re dibêjin ‘Terorîstên biyanî.’ Bi vî awayî mafê hevdîtina telefonê ya penaberan asteng dikin. Ev şert û mercên xirab bandorekê mezin li tenduristiya ruhî ya penaberan dike. Duh em bi 5 penaberan re hevdîtin kir. Hinek ji van 5 penaberan, zirar dane canê xwe û vê yekê wiha rave dikin, ‘Em dibin zextên mezin de ne. Ji bo ku em mafên xwe bi dest bixin, tu rêyekê me ya din tuneye.’”   ‘HÛN NIKARIN QÛRANÊ BIXWAZIN’   Înegollu, bûyera herî dawî ya derbkirina penaberan jî bi bîr xist û wiha qala vegotinên penaberan kir: “Ji ber erefeya cejnê du penaberên Sûriyeyî û Fîlîstînî Qûran xwestine. Amîrê ewlekariyê li ser vê yekê ji wan re dibêje, ‘Li vî welatî, hûn nikarin tiştekê bixwazin’ û pir heqaret li wan kiriye. Penaberan jî, ji bo şermezarkirina vê nêzîkatiyê li deriyan xistine. Amîrê ewlekariyê, fermanê dide polîsan ku gaza îsotê bi kar bîne. Polîs jî bi gaza îsotê êrişî penaberan dikin. Dûre bangî yekîneyên eskerî tê kirin. Eskerên tên, bi pehîn û copan îşkenceyê li penaberan dikin. Penaberekê Efrîqayî di odeyê de, bi awayekê giran tê derbkirin. Bi ambulansê wî radikin nexweşxaneyê. Hîna me nekariye em hevdîtinê bi vî kesî re bikin. Em bihîst ku rewşa wî cîdiye. Piştî ku bûyer bi dawî dibe, polîs vê carê penaberan yek bi yek dibin korîdorên bê kamera û îşkenceyê bi wan dikin.”   GILÎ KIR    Înegollu, dest nîşan kir ku piştî hevdîtina bi penaberan re, diçin gel dozgerê nobedar û ev bang kir: “Me li ser fermana dozger, bi polîsan re penaber birin nexweşxanê. Me rapora derbê girt. Dûre me derbarê berpirsiyaran de, li Edliya Karşiyaka gilî kir. Penaberên li GGM’ê tên girtin, bi îşkencekaran re di heman cihî de tên girtin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ez banga lezgîn li rayedaran dikim erka xwe bi cih bînin.”