Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû 2021-05-15 09:05:49 WAN - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Prz. Umît Dede bal kişand zextên ku li girtîgehan belav dibe û wiha got: "Polîtîkayên ku li Îmraliyê pêş xistin ewil li hemû girtîgehên Tirkiyeyê û niha jî li tevahiya Tirkiyeyê dixin meriyetê. Nêzî 10 hezar HDP'î girtî ne.  Li Tirkiye her çend Rewşa Awarte (OHAL) bi awayekî fermî rabûbe, jî hêj zext û tundiya li ser partiyên siyasî, girtîgehan, rêxistinên civakî û gel di asta herî jor de ye. Hêj mirov nikarin cenazeyên xwe bi girseyî defin bikin. Nikarin li kolanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Nikarin serbest biçin zozan û gundên xwe. Nikarin azad li ser hesabê medya înternetê daxuyanî bidin. Nikarin bi kurdî nameyan bişînin girtîgehan. Girtiyên nexweş nayên berdan. Her roj polîs û esker bi ser malan de digirin û mirovan binçav dikin. îşkenceyê li mirovan dikin. Rojnameger nikarin azad tev bigerin û binivîsin. Çapemenî nikaren azad weşanê bike. Bi taybetî di sala dawî de vîrûsa coronayê dikin hincet û qedexe li ser qedexeyan îlan dikin. Girtiyên nexweş nikain biçin nexweşxaneyê û nikarin derkevin hevdîtina vekirî. Dîsa nameyên Kurdî ji girtiyan re nayên şandin. Bi taybetî piştî li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir, zext û tundî li ser girtîgehên din jî belav bûn. Piştî zext li ser girtiyan belav bûn, hêjî hêdî ev zext li ser hemû beşên civakê jî belav bûn. Girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîd û tundiya li ser girtiyan ji 27'ê Miijdara 2020'an heta niha 170 rojin bi awayekî bêdem û bi dorveger di gireva birçîbûnê de ne. Girtî diyar dikin ku heta daxwazên wan pêk neyê dest ji çalakiya xwe bernadin.   Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Prz. Umît Dede bal kişand zextên ku li girtîgehan belav dibe û wiha got: "Wekî Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê yek ji qada herî zêde em li ser dixebitin girtîgeh in. Nêzî 10 hezar HDP’î girtî ne. Em hewl didin rewşa hemûyan bişopînin. Bi taybetî di şertên OHAL û şewba vîrûsa Covît-19 de binpêkirin pir pir zêde bûn. Em hewl didin di rewşa girtîgehan de bi rêxistinên mafên mirovan û xizmên girtiyan re xebatên hevpar pêş bixin. Em ji raporên wan sûdê digirin. Li dijî binpêkirina mafên, em hewl didin ku li meclîsê gavan bavêjin. Dîsa bi rêya Komîsyona diplomasiyê em hewl didin ku welatên Ewropa jî têxin nava tevgerê."    'GREV ENCAMA TECRÎDÊ YE'    Dede, anî ziman ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan belav bûye û didome, encama tecrîda li îmraliyê ye û wiha got: “Divê mirov têkiliya grevê û tecrîdê bibîne. Li Girtîgeha Îmraliyê hiqûqa taybet û tecrîda giran heye. Ku tecrîda li Îmraliyê ranebe û pergal neyê guhertin, tu girtiyên din nikarin xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Divê mirov baş sedema grevê bide famkirin û nasîn. Em dizanin rêveberiya girtîgehê cezayê dîsîplînê li girtiyan dibere. Bi cezayê dîsîplînê bêtir mafên girtiyan bi sînor dike. Hemû mafê wan ji destê wan digire. Mirovan dixin hucreyên yek kesî û wan bi tenê dihêlin. Naxwazin girtî li mafê xwe yê xwezayî û rewa xwedî derkevin. Em mecbûr in rewşa girtiyan bişopînin û li daxwazên wan guhdar bikin. Bê guman emê bişopînin û bikin rojev.      'MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'    Dede, xwest ji bo daxwazên girtiyan bê qebûlkirin ne tenê girtî, hemû beşên civakê têkevin nava têkoşînê û wiha axivî: “Hikûmet di 5 salên dawî de polîtîkayên ewlehiyê zêde dike. Evê yekê li girtîgehan jî belav dike.  Ji bo ev polîtîkayên ewlehiyê bi dawî bibin divê tecrîd bi dawî bibe. Divê Tirkiye di nava xwe de pirsgirêkan bi rêya aştiyane û demokratîk çareser bike. Hemû raya giştî û otorîteyên siyasî yên cîhanê tev dizanin ku îro muxatabê meseleyê Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo heviya demokrasî û aştiyê ji nûve geş bibe, divê teqez tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tu carî şert û mercên mirovahiyê pêk nehatin. Bi taybetî di salên awî de hem şertên şewba vîrûsa Covît-19 hem jî polîtîkayên ewlehiyê yên hikûmetê, girtiyên siyasî ji her demê bêtir bi neheqî û tundiyê re rû bi rû ne. Girtî bi tecrîda giran re rû bi rû ne."   BI HINCETA QEDEXEYÊN PANDEMIYÊ HEMÛ MAFÊ GIRTIYAN JI DESTÊ WAN DIGIRIN   Dede, bibîr xist ku piştî şewba vîrûsa corona (Covît-19) li girtîgehan belav bû, şewbê hincet nîşan didin û hemû mafê girtiyan ên heyî ji destê wan digirin û wiha berdewam kir: "Mafê wan ê çand û sporê bi temamî ji destê girtiyan girtin. Divê mafê girtiyan ê hewşê bê zêdekirin. Li gelek girtîgehan radyo ji destê girtiyan kom kirine. Tu eleqeya pandemiyê û radyo bi hev tune ye. Mafê girtiyan ê ziyaretên vekirî binpê dikin. Dîsa ziyaretên hevdîtinên girtî pir bi sînor in."    'GIRTIYAN TAZÎ DIKIN'    Dede, bal kişand ser lêgerîna tazî ji û wiha lê zêde kir: "Li girtîgehan girtiyan tazî dikin û lêgerînê dikin. Wekîlê me Omer Faruk Gergerlîoglu bi hewldan û têkoşînek mezin ev yek kir rojeva Tirkiyeyê. Bi qasî me li girtîgehan bi girtiyan re hevdîtin kir, hemû girtî vê yekê tînin ziman. Bê îstîsna ev yek li ser hemû girtiyên siyasî tê ferzkirin û sepandin. Em bûn şahid ku hemû girtiyên siyasî di lêgerînê de tên tazîkirin. Dema kes tên girtin rêveberiya girtîgehê dixwazin bi vê yekê kesan bê vîn bihêlin. Tevî girtî vê yekê qebûl nakin jî lêgerîna tazî li wan ferz dikin û îşkenceyê li girtiyan dikin. Ev ji bo Tirkiyeyê şerm e."    'GIRTIYAN BERNADIN'    Dede, herî dawî bal kişand ser şewitandina cezayê înfazê jî û wiha bi dawî kir: "Bi taybetî di demên dawî de girtiyên înfaza wan tê şewitandin, her çend divê bi şertê kontrol bên berdan jî nayên berdan. Di pêvajoya şewba vîrûsê de li lez û bez krasê hiqûqê jêre çêkirin. Bi rêziknameya înfazê krasek jêre çêkirin. Bêyî hincetê nîşan bidin, bi awayekî keyfî bi gotina "Bi qasî em dixwazin islah nebûne' û cezayê girtiyan dirêj dikin. Girtiyekî ku 30 salin girtî ye, di pêvajoya berdanê de, gotin 'Me înfaza te şewitand. tu dê 6 salên din girtî bimîne.' Ev îşkenceya herî mezin e. Ji ber vê yekê heta pergala tecrîdê bi dawî nebe, dê tu ewlehiya girtiyan tune be. "      MA / Cemîl Ugur