'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin' 2021-05-15 09:37:12 MÊRDÎN - Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Wêjekarên Kurd, bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û gotin: "Ji bo bi rastî ev roj bibe cejna ziman divê Kurd li malên xwe bi zarokên xwe re, li cîyê karên xwe bi hevalên xwe re û di jîyana rojane de bi taybet bi Kurdî biaxivin."   Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Wêjekarên Kurd, bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan. Komeleyan, anîn ziman ku ji 15 Gulan a 2006 an û wir de bi mebesta roja çapkirina kovara Hawar ê wek cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin û wiha gotin: "Kovara Hawar ê ji ber ku bi tîpê latînî cara yekem ji hêla Mîr Celadet ve hatîye çapkirin di dîroka zimanê Kurdî de wek mîladê tê qebûlkirin. Mîr Celadet Di kovara Hawarê de di nivîsa xwe de gotîye 'Kurdîno malxerab no an nebêjin em Kurdin an jî bi Kurdî bixwînin, binivîsînin û biaxivin.” Di vê ku em jî vê gotina wî ji xwe re wek mirate qebûl bikin û di temamê qadê jîyanê de bi cî bînin.'   Ev bişaftin û zext û zordarîyên ku bi salane li ser Kurdan didome, penaberîyên bi darê zorê û ji ber ku civaka Kurdan di perwerda ziman de bi şûnde maye bûye sedema ku Kurd zimanê xwe jibîrabikin. Ji ber vê yekê di çi şert û mercan de dibe bila bive divê ku em dev ji ziman û perwerda ziman bernedin.  Em jî wek nivîskar û wêjekarên Kurd li qampanya ya ku bi pêşengîya Platforma zimanê Kurdî û Tora ziman hatîye destpêkirin “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî” ji bo ku bigihêje armanca xwe xwedî derkevin."    PÊŞNIYAR    Komeleyan, ji bo ku rihê Mîr Celadet Êlî Bedîrxan û hevalên wî di qebra xwe de şad bivin û cejna zimanê Kurdî bi rastî jî bive cejn ev pêşniyar kirin: "Divê Kurd li malên xwe bi zarokên xwe re, li cîyê karên xwe bi hevalên xwe re û di jîyana rojane de bi taybet bi Kurdî biaxivin. Di vê ku nivîskar, wêjekar û rewşenbîrên Kurd ji bo ku gelê Kurd ew berhemên ku bi zimanê wan hatîye çapkirin bixînin, ew bi xwe bixînin û ji bo taybetmendîya ziman biwan bidin famkirin, ji wan re bivin mînak. Ji bo rojname, kovar û pirtûkên bi Kurdî hatîye çapkirin bikirin û bixwînin gelê Kurd hişyarbikin. Bi kurtasî divê gelê Kurd di her qadê jîyanê de li kesayeta xwe xwedî derekevin û tu carî gavê bi şunde navêjin. Herdem bi pêşde bimeşin, bixebitin. Ji bo ku zimanê Kurdî bi serbestî bê bikaranîn û zext û zorîyên li ser ziman bên rakirin tekoşîna xwe berdewam bikin."