Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin 2021-05-15 14:28:53 ENQERE – Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyê nexweş Îsamîl Tamboga (22) ku daketiye 38 kîloyan û bi mamayan dijî banga “paşdexistina îfazê” kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ku çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 349’emîn de domand, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 22 salî Îsmaîl Tamboga. Ji ber pandemiyê çalakî bi awayekî online hat lidarxistin û di çalakiyê de Endama Lijneya Birevebirina Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen, da zanîn ku Tamboga di 16 saliya xwe de hatiye hatiye girtin û 6 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê girtin.     BI MAMAYAN DIJÎ   Çevîrmen, destnîşan kir ku firşika Tambogan zêde dêşê, nikare xwarinê bixwe û ji ber ku timik vedireşe gelek kilo winda kiriye û wiha got: “Ji ber şertên girtîgehê nikare tendurist bijî û daketiye 38 kîloyan. Beriya niha bi qasî salekê li Edeneyê tedawî dîtibû. Niha tenê bi mamayan dijî. Diranên wî şikiyane û devê wî parçe parçe bûye. Bi hinceta pandemiyê diranê wî nayê tedawîkirin. Tene ji bo nexweşiya firşikê wî dibin nexweşaneyê.”   BANGA RAWESTANDINA ÎNFAZÊ   Di dawiyê de Çevîrmen, bang li rayedaran kir û daxwaz kir ku ji bo li cem malbata xwe bê tedawîkirin heta ku baş bibe înfaza cezayê Tamboga bê taloqkirin.