Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt 2021-05-15 15:12:15   WAN – Di dema xebata rê de karkerekî derket ser dîreka ceyranê û ceyranê pê girt.   Li kolana Cûmhûriyetê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê xebata rê hat kirin. Karkerekî derket ser dîreka ceyranê û dema ku xwest bi penseye ceyranê bibire ceyranê pê girt. Karkerê ku dest û serçavê wî şewitî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê. Hat hînbûn ku rewşa karker baş e.