Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan 2021-05-15 21:02:22   STENBOL - Rêveberên HDP'ê yên duh li navçeya Esenyûrta Stenbolê pankartê greva birçîbûnê daliqandin hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.    Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Esenyûrta Stenbolê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê bi avahiya HDP'a Navçeyê ve daliqandibûn. Rêveberê HDP'ê Fatîh Ergun hatibû binçavkirin. Hevseroka HDP'a Navçeyê Dîlan Kiliç û rêveberên navçeyê Çayan Yilmaz û Kiyas Kûrt jî ku çûbûn îfade bidin hatibûn binçavkirin. Piştî ku her çar rêveberan îfade da Miduriyeta Polîsan a Esenyûrtê serbest hatin berdan.