Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand 2021-05-15 21:20:33   MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek pîrozbahiyê weşand û ragihand ku Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî ya Baroyê damezrandin e.      Baroya Mêrdînê bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da û peyamek pîrozbahiyê weşand. Baroyê ragihand ku wan bi minasebeta rojê Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand.    Baroyê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku îro 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye û wiha got: Celadet Alî Bedirxan û hevreyên wî di 15ê Gulana 1932an de kovara Hawarê çap kir ku vê kovarê ji bo kurdî xizmetên giranbûha kirin. Hawar wek dibistanekê pêşengên zimanê kurdî di bin banê xwe gihand û ji bo îro bû pêşengê hebûna nivîskî a zimanê kurdî.    Her ziman nasnameya civaka xwe ye. Ji ber wê windabûna zimanekî windabûna civaka wî zimanî ye jî. Îro kurdî û zimanên qedîm ên Anatoliya û Mezopotamyayê ji ber kiryarên pişaftinê û pêkanînên xirab ên rayedaran ve li ber xetereya tunebûnê ne. Divê neye jibîrkirin ku parastina zimanekî bi hewldanên takekesî ne mimkun e. Îro şertê ewilî ê parastina zimanekî ew e ku divê ew ziman di qada giştî de bêcûdakarî bi awayekî serbest were bikaranîn û ji aliye hêza giştî ve were piştgirîkirin. Li gorî Atlasa Zimanên Li Ber Xetereyê ya UNESCOyê (Rêxistina Perwerdehî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekgirtî) ku di 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî hatibû weşandin li Tirkiyeyê 15 ziman li ber xetereyê ne. Îro hê jî zimanê kurdî di girtenameyên fermî de wek “zimanekî nenas” tê tomarkirin. Hîn di bîra me de ye ku Gerînendetîya Giştî Ya Ewlehîyê di sepana xwe ya bi 6 zimanan amade kiribû de cih nedabû zimanê duyem ê ku li Tirkiyeyê tê axaftin. Li gelek welatan ji bo zimanên li ber xetereyê ne bername û pergalên parastina zimanan tên sepandin lê mixabin Tirkiye di feraseta xwe di parastina zimanan de hê negihiştiye wê qonaxê.   Bi wesileya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî em dilsoz û xemxûrên kurdî û zimanên qedîm bi hurmet bi bîr tînin."   KOMÎSYONA MAFÊ ÇANDÎ Û ZIMAN    Baroyê her wiha destnîşan kir ku bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî ji bo piştgirîkirina ji aliyê hiqûqî û parastin û geşedana zimanên ku li Mêrdînê têne axaftin ji raya giştî re damezrandina Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî ya Baroya Mêrdînê bi şanazî radigihînin.