Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’ 2021-05-16 11:36:13   ENQERE – Wezareta Karên Hundir, bi mijara “Tevdîrên Asayîbûna Ast bi Ast” giştînameyekê ji walîtiyan re şand.    Sînordarkirina derketina derve ya di çaroveya tevdîrên vîrûsa koronayê de hatibû ragihandin, di 17’ê gulanê de bi dawî dibe. Wezareta Karên Hundir, bi mijara “Tevdîrên Asayîbûna Ast bi Ast” giştînameyekê ji hemû walîtiyan re şand û tevdîrên nû yên sinordarkirinê aşkera kir. Di giştînameyê de hat diyarkirin ku “Asayîbûna Ast bi Ast” dê di navbera 17’ê gulanê û 1’ê hezîranê de pêk were.    Di giştînameyê de ev tevdîr cih digirin:    “* Wê tevdîrên pêvajoya asayîbûna ast bi ast 17’ê gulanê roja duşemê saet di 05.00'an de dest pê bikin û 1’ê hezîranê roja sêşemê saet di 05.00'an de bi dawî bibin.    * Di pêvajoya asayîbûnê de nava heftê di navbera 21.00-05.00’an de û dawiya heftê jî ji roja înê saet 21.00’an heta roja duşemê saet 05.00’an dê derketina derve bê sînorkirin.    * Di pêvajoya asayîbûnê de wê ji bo welatiyên temenê wan 65 û di seriya 65’an de ku du caran derzî bûne û kesên temenê wan di binî 18 salan de derketina derve ya sînorkirî ne derbasdar be.     * Di pêvajoya asayîbûnê de wê geşta navbera bajaran di saetên ku sînordarkirina derketina derve tune de serbest be.    * Di pêvajoya asayîbûnê de kesên ku temenê wan 65 û di seriya 65’an de ye û derzî nebûne wê tenê karibin saet di navbera 10.00 û 14.00’an de derkevin derve.   * Di pêvajoya asayîbûnê de cihên xwarin û vexwarinê wê nav heftê di navbera saet 07.00 û 20.00’an de ji bo servîsa pakêtê û were-bigire xizmet bidin û di navbera saet 20.00 û 24.00’an de jî wê tenê karibin xizmeta serwîsa pakêtê bidin.    * Di navbera 17’ê gulanê û 1’ê hezîranê de wê dîsa qewexane, bavçeyên çayê, eywanên sînemayê, xalî sahe, kafeyên înternetan, hewzê soberiyê û eywanên werzîşê girtî bin.”