Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast 2021-05-16 13:16:30   ÎZMÎR – Walîtiya Îzmîrê, îşkenceya ku li GGM’ê li penaberan hatibû kirin red kir û angaşt kir ku di “çarçoveya qanûnî” de mudaxaleyî penaberan hatiye kirin û penaberan bi “derxistina bûyeran” sûcdar kir.    Walîtiya Îzmîrê, derbarê îşkenceya ku di 11’ê gulanê de li Navenda Paşde Şandinê (GMM) ya Harmandaliyê li penaberên hatibû kirin de daxuyaniyeke nivîskî da. Walîtiyê, ji bo ser îşkenceya ku li penaberan hatiye kirin bigire, angaşt kir ku penaber neketine odeyên xwe, peywirdaran asteng kirine, xesar dane malên cemaweriyê û di “çarçoveya qanûnî” de mudaxaleyî wan hatiye kirin.