Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû 2021-05-16 14:50:31   RIHA – Li navçeya Kaniya Xezalan qezaya trafîqê pêk hat û di qezayê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyekî jî giran birîndar bû.    Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, otomobîlek û motobisiqlêtek li hev qelibîn û qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de ajokarê motobisqlêtê Îbrahîm Elet (22) jiyana xwe ji dest da û ajokarê wesayîtê Ahmet A. jî giran birîndar bû. Tîmen tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê cenazeyê Elet û Ahmet A. rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.