223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin 2021-05-16 21:00:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 223 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar û 512 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 223 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar û 512 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Kovîd-19'ê mirin bû 44 hezar û 760 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 117 hezar û 374.