Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve 2021-05-17 09:05:13 ENQERE - Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin, diyar kirin ku berxwedanek ku li cîhanê deng veda û hêz da her kesî li Tirkiyê bûye mijara darizandinê û çawa ku li Kobanê berxwedan û piştevanî bi ser ket wê îro jî ev berxwedan û piştevanî bi ser bikeve.  Danişîna duyemîn a Doza Kobanê Hevserokê Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin wê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê were lidarxistin.   Beriya danişînê Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel, Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata û Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay ku girtî ji dozê tên darizandin derbarê dozê de pirsên ajansa me bersivandin.    ‘DOZ BI FERMANÊN SIYASÎ HATIYE VEKIRIN’    Sebahat Tuncel wiha got: “Îqtidara faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze bi vê dozê tolê ji me hilde. Dixwaze siyaseta kurd di bin zextan de bihêle û bitepisîne û siyaseta demokratîk ji holê rake. Dixwazin tola berxwedana gel û jinên Kobanê ji me bigirin. Yên ku piştevaniyê didin çeteyan îro me didarizînin. Doza Kobanê bi fermana Tifaqa Komar hatiye vekirin. Dosyeya Kobanê ne tu dosye ye.   Em pir eşkere dibînin ku daraz bi awayek demokratîk û adilane darizandinê pêk nayne. Li ser fermanan darizandinê pêk tîne. Bi salan e siyasetmedar3en kurd bi darizandinên wiha re rûbirû ne. Bi salan e em li dijî vê helwestê têdikoşin, li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Heta ku em azadiyê pêk bînin. Li dijî me siyasetmedarên kurd tam jî hiqûqiyek dijmanen tê birêvebirin. Li dijî me jinên siyasetmedar hiqûqek dijmanen a taybet tê birêvebirin. Destkeftiyên jinan di armancê de ye. Dixwazin destkeftiyên jinan tarûmar bikin.”   DIJDERKETINA DAIŞ’Ê KIRINE MIJARA DOZÊ    Piştî 6 salan dijderketina DAIŞ’ê kirin mijara darizandinê. Kobanê ji bo tevahiya dinyayê bû hêvî. Lê Tirkiye piştevaniya DAIŞ’ê kir. Tevahiya dinyayê gelê kurd û jinên kurd li ser pêya silav kirin û ji wan re li çepikan dan. Ji gelê kurd re spasî hatin kirin. 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê ragihandin. Lê îqtidara AKP’ê dijderketina DAIŞ’ê û piştevaniya gelê Kobanê kir mijara darizandinê.    BERXWEDAN WÊ BI SER BIKEVE    Berxwedana Kobanê pilanên AKP’ê yên li ser herêmê jî xera kir. Deriyê axa Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ’ê ku sûc dikin re vekir. Li gelê kurd jî deriyên zindanan û dadgehan vekir. Ez vê yekê jî ji gelê me re berdidim. Lê çawa ku li Kobanê berxwedan û piştevanî bi ser ket, wê îro jî berxwedan û piştevanî bi ser bikeve.”    ‘DARIZANDINA ME WÊNEYÊ HEQÎQETÊ YE’    Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay jî wiha got: “Hiqûq tune ye. Em bi hiqûqek vikûvala re rûbirû ne. Darazek adilane, bêalî û serbixwe nîne. Darizandina me wêneyê heqîqetê ye. Şandeya dadgehê di nava qilqaliyê de ye. Wek kaptanên xişîm ên keştiyê ne. Bi awayek mîsyona taybet vê dozê çêkirine û li dora me xelekek darizandinê çêkirine. Di vê dozê de nêzîkatiya îqtidarê ya ji bo pirsgirêka kurd jî xwe dide nîşandan. Bi Doza Kobanê dixwazin tola hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an ji me hildin. Ev doz dozek siyasî ye. Tiştek di hiqûq û dariza Tirkiyê de neguherî ye. Tenê tişta ku guherî ye ewyanên danişînê ne. Di qesrên edaletê yên îqtidara AKP’ê de qesr hene lê edalet nîne. Meriv nikare behsa edaletê bike. Heqîqeta parastin û berxwedana Kobanê bûye mijara dozê. Kobanê hemû pilan û hevsengiyên AKP’ê hilweşand. Ji ber vê yekê me didarizînin.”    'BERXWEDANÊ KIRINE MIJARA DOZÊ’    Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata jî wiha got: “Ji bo Doza Kobanê dadgehek taybet hatiye erkdarkirin. Ev yek jî wê bandorê li ser pêvajoya darizandinê bike. Doz bi sedemên siyasî hatiye vekirin. Ji bo heqîqet derkeve holê wê gotinên me jî hebin. Ji bo heqîqeta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê derkeve holê çi ket ser milê me, em xebitîn. Berxwedana Kobanê ku bûye mijara dozê di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye. Ev rastî jî ji aliyê tevahiya dinyayê ve tê zanîn.”    MA / Zemo Aggoz