'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’ 2021-05-17 11:19:36   ENQERE – Hunermend Metîn Kahraman û lîstikvanê sînemayê Levent Uzumcu li dijî lêçûnên şer derketin. Kahraman, got ku desthilat ji bo ser tiştên qriêj veşêre dest davêje şer û Uzumcu jî got ku bi pereyên bombeyê ku ji bo operasyonên derveyî welat tên bikaranîn zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin.    Tirkiye ji sala 2002’an ve 19 sal in ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin. Her çiqas navê partiyê edalet û geşepêdan be jî di serdema desthilata wê de îro bawerî bi edaletê nemaye. Aboriya welat jî di nav krîzeke kûr de ye. Esnafên ku darebeyên xwe dadixînin, ji ber xizanî û birçîbûna ku zêde bûye dawî li jiyana xwe tînin. Li gorî daneyên dawîn di nav meha nîsanê de 129 kesan dawî li jiyana xwe aniye.    ÇAVKANIYÊN WELAT JI BO ŞER TÊN XERCKIRIN   Çavkaniyên welat li şûna ku ji bo başkirina şertên jiyana gel bên bikaranîn li polîtîkayên şer tên xerckirin. Desthilat, polîtîkaya şer ku li hundir dimeşîne derbasî derveyî welat jî kiriye. Bi gavên leşkerî yên li Lîbya, Sûriye, Qerebax û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avêtin re li dijî herêmên Zap, Metîn û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê jî operasyona leşkerî hat destpêkirin. Operasyona ku di 23’ê nîsanê de dest pê kir hê jî didome.    SIYASETA BIHA FÎŞEKAN!   Berteka civakê ya li dijî xerckirinên şer ku bi devê Erdogan bi gotina, ‘Hûn dizanîn ku bihayê fîşekekê çiqas e?’ hatibû parastin, her roja ku diçe, zêdetir dibe. Hunermend jî bertek nîşanî polîtîkayên şer ên derbasî derveyî welat bûne didin. Hunermend Metîn Kahraman û Lîstikvanê sînemayê Levent Uzumcu, têkildarî xerckirina çavkaniyên welat ên ji aliyê desthilata AKP’ê ve ji bo şer ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    HÊZA GELÊ KURD A TÊKBIRINÊ HEYE   Metîn Kahraman, diyar kir ku ji operasyonên pêk tên dilnerehet in û wiha got: “Desthilat her ku winda dike êrişkariya xwe zêde dike. Desthilata AKP’ê li ber têkçûnê ye. Di demên dawîn de em dibin şahidên pêkanînên heta niha me nedîtine. Divê operasyona derveyî welat bê rawestandin û li rojeve rasteqîn a gel vegerin. Vê xebata desthilatê ji bo veşartina qerijiya wê ye. Ev pêkanînên desthilatê hebin, hêza gelê kurd û hêzên demokratîk a têkbirinê vê desthilatê jî heye. Tişta herî şaş a desthilata AKP’ê bidawîkirina pêvajoya çareseriyê û destpêkirina şer e. Ev operasyon tiştekî bi gelên me nade qezençkirin. Divê herkes piştgiriya daxwaza aştiyê ya gelê kurd bike.”   ‘DIVÊ EM BI HEVÎ BIN’   Kahraman, da zanîn ku heke desthilata AKP’ê di polîtîkayên şer û operasyonên derveyî welat de israr bike wê winda bike û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Desthilata AKP’ê li ber çavê gele dibêje ku wê çavkaniyên gel ji bo şer xerc bike. Lewre desthilata ku di polîtîkayên şer de israr bike dawî li xwe tîne. Ji ber operasyonên derveyî welat desthilata AKP’ê şermezar dikim. Piştî têkçûna AKP’ê ez di wê baweriyê de me ku dê gel bê cem hev û pergalek piranîparêz ava bike. Ji niha ve hemû beşên civakê ketine nav lêgerîna ku Tirkiyeyeke çawa dixwazin. Divê em bi hêvî bin.”   FERASETA RÊVEBERIYÊ  XWE DISPÊRE ŞER   Lîstikvan Levent Uzumcu, diyar kir ku li Tirkiyeyê feraseta rêvebriya welat xwe dispêre şer û operasyonên derveyî welat û wiha got: “Desthilat bi hestên netewperest ên cıvakê şah dibe. Pirsgirêka Kurd yek pirsgirêkên me yên ku divê li serê bê rawestandin û bi nîqaşê bê çareserkirin e. Rexmî rewşa welat a heyî jî desthilat bi operasyonên derveyî welat şovê dike. Bi pereyê bombeyên ku ji bo operasyonên derveyî welat tên bikaranîn zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin. Li şûna operasyonan divê desthilat serê xwe li ser bi dawîkirina şer bêşîne. Li welat kesên ku nikarin nan bibin mala xwe hene. Ma gelo pêwistiya me bi şer heye?”