ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir 2021-05-17 14:31:06   RIHA - Parêzer Esma Yaşar a li ser navê ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya “Edaletê” didomîne kir wiha got: “Malbata Şenyaşar rewşa şênber a nîşana bêedaletiyê ye.”   Malbata Şenyar a ku AKP'iyan sê ferdên wan kuştin, çalakiya xwe ya bi daxwaza “edaletê” di roja 70’emîn de berdewam dike. Li ser navê Komeleya Şopandinê ya Ji bo Mafên Hevpar (ESHÎD) parêzera komeleyê Esma Yaşar ji bo piştevaniyê seredana malbata Şenyaşar kir. Malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê bi dowîza “Di 14/06/2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek hat kirin. Sûcê mirovahiyê hat kirin. Em Edaletê dixwazin” Yaşar pêşwazîkirin.    DARIZANDINA ADIL   Yaşar a têkildarî dosyayên dozê û êrişên ku li dijî malbatê hatine kirin ji Ferît Şenyaşar agahî girt wiha axivî: “Li Tirkiyeyê her ku diçe bê edaletî û bê hiqûqî zêde dibe. Malbata Şenyaşar nîşaneya herî şênber a bê edaletiyê ye. Têkildarî tiştên li nexweşxaneyê hatin jiyîn, 3 sal in biryara nepen heye. Ji bo ku dosya bi awayekî bi bandor bê lêpirsîn divê darizandineke adil pê were. Ji bo vê jî lêpirsîneke bi bandor lazim e.”