ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke 2021-05-17 14:35:27   AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê diyar kir ku ji bo aqûbeta windayan û failên windayan derkevin holê divê dewlet arşîvên xwe hemûyan veke û xwest Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan û Rûbirûbûna Raboriyê were avakirin.   Di navbera 17-31’ê Gulanê de Hefteya Navnetewî ya Têkoşîna Li Dijî Windayên Di Binçavan De ye. Komîsyona Windayan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi boneya hefteyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Komîsyonê Firat Akdenîz metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku ÎHD’ê ji sala 1995’an ve daxwaza ku aqûbeta windayan were eşkerekirin û faîl derkevin holê.    ‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ PÊK HAT’    Akdenîz da zanîn ku li gorî daneyên Navenda Hafizayê û ÎHD’ê di navbera salên 1980-2001’an de li Tirkiyê hezar û 388 ji aliyê leşker û polîsan ve û kesên paramîlîter ên girêdayî dewletê ve bi darê zorê hatin windakirin û reqema rastî bi ser vê yekê re ye. Akdenîz destnîşan kir ku bi hezaran bûyer û cînayetên siyasî qewimîn û windakirina bi darê zorê jî sûcê mirovahiyê ye. Akdenîz bi bîr xist ku ji salên 1990’î ve li herêmê şerek dijwar diqewime û welatiyên sivîl bedela vî şerê giran didin. Akdenîz anî ziman ku bi hezaran însan di gorên komî de veşartî ne û beşek mezin a van gorên komî bi hewldana komeleya wan li Pasûr, Licê, Êlih, Sêrtê û li deverên din hatine vekirin û bûne şahidên gorên komî.    JI BO HEQÎQET DERKEVE HOLÊ DIVÊ KOMÎSYON WERE AVAKIRIN    Akdenîz bi wesîleya Hefteya Windayan daxwazên komeleyê rêz kir û got divê beriya her tiştî aqûbeta windayên bi darê zorê hatine windakirin derkeve holê û faîl ango kujer derkevin holê û ji bo vê yekê jî lazim e dewlet arşîvên xwe hemû veke. Akdenîz destnîşan kir ku ji bo êşên dubare neqewimin û heqîqet derkeve holê û aştiya civakî were avakirin xwest Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetyan û Rûbirûbûna Raboriyê were avakirin.