KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir 2021-05-17 15:45:22   NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê  encamnameya konferansa xwe ya ‘Helwesta Neteweyî û Nîştimanî ya li Dijî Êrîş û Dagirkeriya Tirkiyeyê’ aşkera kir û diyar kir ku parastina Zap, Avaşîn û Metîna parastina tevahî Kurdistanê ye û ev tişt got: “Dewleta Tirk li dijî hebûna Kurdan e.”   Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di 15'ê gulanê de bi navê ‘Helwesta Neteweyî û Nîştimanî ya li Dijî Êrîş û Dagirkeriya Tirkiyeyê’  bi awayekî online konferansek li dar xist. Nûnerên bi dehan partî, rêxistin û saziyên kurdistanî, ji hemû pîşeyan bi sedan kesayetên serbixwe (nivîskar, hunermend, ronakbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar, nûnerên pêkhate û dîn) yên kurdistanî ku xwe weke dengê wijdana neteweyî û niştimanî dibînin tevlî konferansê bûbûn. KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî encamnameya konferansê aşkera kir.    Encamnameya konferansê wiha ye:   “Dewleta Tirkiyê di roja 24.04.2021’ê de, li Başûrê Kurdistanê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonek berfireh da destpêkirin. Niha li van herêman, şerê giran rû dide. Ev êrîşên mezin li dijî hemî destkeftiyên Kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. 24’ê Nîsanê salvegera fermana (jenosîd) li dijî gelê Ermenî ye. Destpêkirina operasyonê ya di vê rojê de, ne tesadûfe. Peyam vekiriye û peyama jenosîdê ye.   DEWLETA TIRK LI DIJÎ KURDISTANÊ YE   Armanca wan ji aliyê me ve kivş e. Dewleta Tirk dixwaze Kurd û hemî pêkhateyên Kurdistanê (Asûrî-Suryanî-Kildanî û yên din) li ser axa xwe azad nebin, dîl bin û welatê wan jî dagirkirî be. Dewleta Tirk, netewebûna Tirkî, li ser tûnekirina gelên din ava dike. Dewleta Tirk li dijî hebûna Kurda ye, li dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî nîşan dide. Dewleta Tirk di êrîş û operasyonên xwe de, bi niyeteke xirab û plankirî, demografî û jingeha (ekolojî) Kurdistanê, hedef digre û xira dike. Dewleta Tirkiyê sala 2017’an de, di êrişa Iraqê ya li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şingal û navçeyên din ên dabirayî de, piştevaniya Hikumeta Bexdayê kir. Di êriş û dagirkeriya DAÎŞ’ê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî êrîşa Kobanê da, dewleta Tirk xwedî roleke sereke bû û hevkariya DAÎŞ’ê dikir.   EM DIKARIN VAN ÊRÎŞAN TÊK BIBIN   Dewleta Tirk, li dijî Kantonên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûriye yê, û heta niha, di pozisyoneke êrişkar de ye. Her weha li başûrê Kurdistanê jî bi dehan baregehên leşkerî û sîxurî danîne û wan baregehan dijê destketiyên gelê me kar tîne. Niha jî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, dest bi êrîşeke mezin kiriye. Li hember vê operasyona mezin heta niha, di asta neteweyî û navneteweyî de, weke tê xwestin deng bilind nebûne û bertek kêmin. Pêwîste ev bê dengî, bê şikênandin û li hember dagirkeriyê bertekên mezin derkevin holê. Divê hêzên berxwedêr, helwest û hevkariya me, li gel xwe bibînin. Bi yekîtiyek xurt û bi piştgiriya dostan, em dikarin van êrîşan têk bibin. Dewleta Tirk ne ewqas xurt e, mînaka serketina Gareyê li ber çava ye. Bi berxwedanekî neteweyî, em dikarin hêza wan têk bibin.   HELWESTA YEKGIRTÎ WÊ BÊDENGIYA AKTORÊN SIYASÎ BIGUHERE   Di sêrî de, divê helwestekî neteweyî û niştimanî derkevi holê. Ji bo vê jî divê hemî hêzên Kurdistanî, li dijê dagirkeriyê xwedî helwestbin û di asta herî bilind de, zirxekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora berxwedêran vehûnin. Helwesta yekgirtî dikare bêdengiya aktorên siyasî yên navdewletî jî biguhere.   JI GELÊN KURDISTAN Û CÎHANÊ RE BANG   Şêwira Helwesta Neteweyî ya Dijê Dagirkeriya Dewleta Tirk, bi giringî û lezgîn vê bangê dide gelên Kurdistanê û Cihana humanîter û demokratîk:   *  Di salvegera (24.05.2021) jenosîda dijê gelê Ermenî de, êrîşkirina başûrê Kurdistanê, peyama dubarekirina jenosîdê ye. Ew dixwazin gelê Kurd jî, bi jenosîdê re derbaz bikin. Em beşdarên Civînê, li ser vê helwesta hovane ya dewleta Tirk bi hesasî nêzîk dibin, bi hemî derfetên xwe li dijî vê êrîşê radiwestin û li gel hêzên parastinê cihê xwe digirin.   *  Bêtifaqiya navxweyî ya Kurdistaniyan, çeperê parastina destkeftên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cepheyê dijminan xweş dike. Ev herî dawiyê di dagirkirina Kerkûk, Xaniqîn û Şingalê da hate dîtin. Lê belê, tifaqa navxweyî êrişên dijminan dişkêne û rê li ber serketina navxweyî vedike ku ev jî di parastin û serketina Kobanê de hate dîtin. Civîn, tifaqa navxweyî şertê man û nemanê dibîne û banga yekîtiya neteweyî dubare dike.   * Divê li Kurdistanê, li derveyî welat piştevaniyeke xurt li Hêzên Parastinê bête kirin û bi germahiya parastina Kobanê, dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê bê rawestan. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat, divê xebateke xurt ya dîplomasiyê ya hevgirtî, ya neteweyî û niştimanî bê kirin.   * Civîn, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, banga seferberiya neteweyî û niştimanî radighîne û bang li Kurdistaniyan dike ku şev û roj bi hemî şêweyên kar û xebatê, di nava çalakiyan de cihê xwe bigrin û di tenişta hêzên berxwedêr de rawestin.   * Civîn, bang li Serokatî, Parlamento û Hikumeta Herêma Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk derkevin û hêzên ordiya Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxin.   * Civîn, bang li dewleta federal ya Iraqê dike ku peymanên sînor derbazkirinê yên dewra Sadam de bi Tirkiyê re hatin çêkirin betal bike, dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyar bike, qada hewayî ya Iraqê ji firokên şer ên dewleta Tirk re qedexe bike û ji bo derketina hêzên dewleta Tirk ji nav tixûbên dewleta federal a Iraqê, tedbîrên pratîk bistîne.   * Civîn, bang li Komkara Dewletên Erebî dike ku dijê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê, helwest bigre û şermizar bike.   * Civîn, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemî hêzên peywendîdar dike ku li hember êrîşên dewleta tirk yên li ser gelê kurd bê deng nemînin û helwest bigrin.   * Civîn, bang li dostên Gelê Kurd û bi giştî cihana demokratîk û xwedî wijdan dikie û dibêje “di şerên Kobanî, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de, we helwestek baş nîşan da, hêviya me ewe hûn wê helwesta xwe, di vî şerî de jî nîşan bidin. Pêwîstiya gelê Kurd bi pêşgirtina we heye”.   * Civîn, daxwaz ji Kurdistanî û dostên Kurdistanê dike ku muameleyên aborî li gel Tirkiyê nekin, turîzma Tirkiyê boykot bikin.   * Ji bo xebatek hevbeş li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bê meşandin û ji bo biryarên konferansê bêne pratîkkirin, di asta jor de “Maseyek Krîzê” tê avakirin û ev Mase wê li welat û herêman kom û komîteyên xwe yên jêr ava bike.   * Em kes û nûnerên li vê kombûnê amade, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk helwest digrin û xwedîderketina xwe ya Hêzên Parastinê careke din dubare dikin û dibêjin ‘parastina deverên Metîna, Zap û Avaşîn, parastina hemî Kurdistanê ye, em ê bi hemî imkanên xwe ve xwedî li vê berxwedanê derkevin.’ Her weha em heman helwestê ji hemî partî, rêxistin, sazî, kesayetên Kurdistanî û ji hemî gelê Kurdistanê jî dixwazin.”