Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin 2021-05-18 09:02:01 STENBOL - Parlementera HDP'ê Fatma Kûrtûlan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Berî ku xeberên êşbar bên, divê ji bo qebûlkirina daxwazan gav bên avêtin."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bidorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 173'yemîn de didomin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Endama Komîsyona Girtîgehan a Meclîsê Fatma Kûrtûlan, tecrîda li Îmraliyê, çalakiyên greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxandin.    TECRÎD LI HER DERÊ YE    Kûrtûlan, bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê bandor li hemû qadên jiyanê kiriye û çalakiyên greva birçîbûnê jî li dijî vê tecrîdê dest pê kirine. Kûrtûlan, diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê yên di dema şewbê de xetereyeke mezin di xwe de dihewînin û got: "Berî ku xeberên êşbar bên, berî bandoreke nebaş li tenduristiya girtiyan bike, demildest divê ji bo bidawîbûna tecrîdê gav bên avêtin. Helbet tenê bi xwestekê nabe, divê ji bo qebûlkirina daxwazên girtiye hin hewl dan çêbibin û dengê wan bê ragihandin."    TEVDÎR NAYÊN GIRTIN   Kûrtûlan, bal kişand ser bandora çalakiya greva birçîbûnê ya li tenduristiyê jî û got: "Li girtîgehan hin pêkanîn hene, dibin sedema belavbûna nexweşînê. Mesela di bin navê lêgerînê de davêjin ser qawîşan û di dema lêgerînê de tu tevdîr nayên girtin. Gelek kes bi hev re li qawîşan lêgerînê dikin. Ev yek dibe sedema berbelavbûna şewba Covîd-19'ê."    Kûrtûlan, destnîşan kir ku li girtîgehan pêkanên kêfî û bipêkirinên mafan zêde bûne û vê yekê wekî "îşkenceyê" pênase kir. Kûrtûlan, anî ziman ku ev yek herî zêde bandorê li girtiyên nexweş dike û her diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe.    Kûrtûlan, diyar kir ku tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye û îqtidar bi polîtîkaya xwe hewl dide pêwendiya girtiyan a bi derve re qut bike. Kûrtûlan, anî ziman ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê zext û zorî zêde bûne û got: "Derbarê tenduristiya girtiyan de malbat naên serwextkirin. Kî şewbê belav dike? Malbat û parêzer nikarin biçin an jî pir hindik diçin. Nexwe yên şewbê belav dikin peywirdarên girtîgehê ne. Çimkî yên dertên derve ew in. Pirsgirêkeke din jî muayenekirina bi awayê kelmeçekirî ye. Her wiha gava girtî diçin nexweşxaneyê 14 rojan bi tena serê xwe di hucreyekê de dimînin. Girtî, ji ber vê naxwazin biçin nexweşxaneyê."    WEZARET BÊDENG E    Kûrtûlan, anî ziman ku daxwazên wan ên ji bo çûna girtîgehan nayên bersivandin û got: "Salek e em li bendê agahiya Wezareta Dadê ne. Wezareta Dadê ji bo pirsgirêkên me ragihandine lêpirsînek daye destpêkirin? Agahî wergirtine? Di vî warî de tiştek kiriye? Em nizanin. Em li benda agahiyekê ne. Ji bo qanûnên heyî pêk bên, bi dehan girtî bedena xwe dane ber birçîbûnê. Êdî divê em vê yekê bibînin."