Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû 2021-05-18 09:50:14   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê berê yê Daîreya Kontrterorê yê Mehmet Eymur, têkildarî daxuyaniyê Serokê Rêxistina Organîzekirî ya Sûc Sedat Peker de diyar kir ku di salên 1990’î de jî ewqas qeşmertî tunebû.    Nîqaş û nirxandinên têkildarî daxuyaniyên Serokê Rêxistina Organîzekirî ya Sûc Sedat Peker ên derbarê  têkiliyên qirêj ên di navbera polis-mafya-siyasetê de ku navê Mehmet Agar ku di Doza Sûsûrlûkê de mehkûm bibû û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû jî di wan de derbas dibe de didomin.    CÎNAYETÊN SIYASÎ   Serokê berê yê Daîreya Kontrterorê yê Mehmet Eymur, têkildarî van daxuyaniyên Peker ji Rojnameger Îsmaîl Saymaz re axivî û nirxandinên girîng kir.  Eymûr, da zanîn ku rewşa derketiye holê gelek tirsnak e û wiha got: “Di salên 1990’î de jî ewqas qeşmertî tunebû. Encama vê rewşê dê cînayetên siyasî be.”