Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin 2021-05-18 09:51:40   MÊRDÎN - Esker û polîsan li Mêrdînê di serdegirtina malan de nivîskar û siyasetmedar Feratê Dengizî jî di nav de 3 siyasetmedarên HDP’î binçav kirin.   Esker û polîsan di saetên serê sibê de li navenda Mêrdînê û li gundê Dengiza yê bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê ve bi ser gelek malan de girtin. Esker û polîsan di serdegirtinê de Hevşaredarê berê yê Stewrê û siyasetmedar û nivîskar Mehmet Aydin Alokmen (Feratê Dengizî), rêveberê HDP’ê yê Mêrdînê yê berê Bedî Yilmaz û rêvebera HDP’ê ya Mêrdînê Ayşe Bozan binçav kirin. Sedemê binçavkirina her sê siyasetmedarên ku birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê nehat zanîn. Hat hînbûn ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.   Alokmen ê hat binçavkirin dema Hevşarêdarê Stewrê bû di 1’ê Adara 2017’an de qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û hatibû girtin. Alokmen, salekê zêdetir girtî ma û pişt re hat berdan. Derbarê Alokmen de bi hêceta beyanên “şahidê nepen” 10 sal 3 meh û 22 roj cezayê hefsê lê hatibû birîn.