Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin 2021-05-18 12:07:12   ENQERE - Parêzer Serbay Koklu destnîşan kir ku bi cezayê dîsîplînê ku didin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re konseptek nû li Girava Îmraliyê ketiye dewrê û Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind bi tecrîdek giran re tê ragirtin. Tevî ku malbat û parêzerên wî serlêdanên ji bo hevdîtinê dikin jî destûra hevdîtinê nayê dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdan bêbersiv dihêle. Ocalan di 25’ê Adarê de tenê 4 deqîqe û nîv li gel birayê xwe Mehmet Ocalan hevdîtin kiribû û axaftina telefonê hatibû qûtkirin. Ji parêzerên Ocalan, parêzer Serbay Koklu tecrîdkirina Ocalan nirxand.    ‘LI ÎMRALIYÊ KONSEPTEK NÛ KETIYE DEWRÊ’    Koklu destnîşan kir ku ji bo hevdîtina li gel Ocalan birêkûpêk serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin lê belê her car bêhêcet ev serlêdanên wan tên redkirin û wiha got: “Di meha îlona 2020’an de cezayê dîsîplînê li birêz Ocalan birîn. Bi vî birîna cezayê dîsîplînê re konseptek nû li Girava Îmraliyê ketiye dewrê. CPT’iyê di 5’ê tebaxa 2020’an de rapora xwe ya derbarê serdana sala 2019’an de eşkere kir. Di vê raporê de hat gotin divê birêz Ocalan li tavilê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Tirkiye bi qedexekirina mafê axaftina telefonê û qedexekirina hevdîtina parêzeran û malbatan re bersiva rapora CPT da. Van qedexeyan gavek din tecrîda kêfî ya li Îmraliyê tê sepandin kûr kir. Her wiha peyama ku wê hevdîtin pêk neyê da me. Hikumet dixwaze van biryarên qedexeyan ji me veşêre û tercîha sepana ku miwekîlên me bi bêmîsogeriya hiqûqî re rûbirû bimînin kir. Haya me ji naveroka biryara birîna cezayê dîsîplînê yê nû nîne. Tenê texmînên me hene. Dixwazin bi van qedexeyan ango cezayan re têkiliya birêz Ocalan bi derve re bibirin û û mafê wî hemû û yên girtiyên desteser bikin.”      ‘TECRÎD BÛYE AWAYÊ BIRÊVEBIRINA TIRKIYÊ’    Koklu anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê nîşaneya nêzîkatiya pirsgirêka kurd e û got: “Pergala tecrîda li Îmraliyê bûye awayê birêvebirinê. Di heman demê de tecrîd bûye parçeyek siyaset û pîvanê hiqûqa Tirkiyê. Bi tecrîdê naxwazin demokratîkbûyîn pêk were. Lê her kes baş dizane heke ji wir pûkteyek demokratîkbûyînê dema were dîtin, ew pûkte tevahiya Tirkiyê zindî dike. Her wiha siyaseta tecrîda li Îmraliyê polîtîkaya hemû tundiyan jî bi hêz dike. Tecrîd bandorê li ser meseleyên aborî, civakî û siyasî dike. Dema tecrîd her kûr dibe, derfetên kirina siyasetê jî namîne. Tecrîdkirina birêz Ocalan navê înkarkirina gelê kurd e. Em di wê ferqê de êdî hin bêtir tecrîd nikare were birêvebirin. Lê daxwaz û nerazîbûnên heyî têr nakin. Pêwîste hin bêtir têkoşînek hiqûqî ya demokratîk bi qalîte û kûrahî were kirin. Em ê li ser vê bingehê têkoşîna xwe bidomînin.”    MA / Dîren Yûrtsever