Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine 2021-05-18 13:04:31   MÊRDÎN –  Di operasyona ku li Mêrdîn û navçeyên wê hat lidarxistin de polis û leşkeran jineke 72 salî binçav kirin. Îro serê sibehê polis û leşkeran li navenda û navçeyên Mêrdînê bi ser malan de girtin û welatiyan binçav kirin. Hat hinbûn ku li navçeya Stewrê, nivîskar û hevşaredarê berê yê navçeyê Mehmet Aydin Alokmen, endamê HDP’ê Bedîî Yilmaz  û Ayşe Bozan; li navçeya Midyadê jî Serokê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Pîşesazkarên Cil û Berg û Tekstîlê ya Mêrdînê Halîl El, jesnafê navçeyê Mahsûm Bîlkay, jina 72 salî Meles Gultekîn û welatiyê bi navê Zekî ku navê wî nehat hînbûn hatine binçavkirin. Hat hînbûn ku operasyon bi angaşta “piştgiriya rêxistinê” pêk hatiye û derbarê kesên hatine binçavkirin de ji bo 24 saetan biryara sînordarkirinê ya parêzeran hatiye dayîn.  Kesên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polisan a Mêrdînê tên girtin.