Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser qoltixê dadger rûniştine 2021-05-18 14:50:39   ENQERE - Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku şandeya dadgehê di Doza Kobanê de ji bo biryara DMME’yê li dij bikar bîne di wergerê de sextekarî kiriye û got: “Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser qoltixên dadger in. Li ser qoltixê dozger jî medya alîger û artêşa trolan rûniştiye.”    Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin berdewam dike. Dozger da zanîn ku daxwaza reda dadgerî hêj girê nedane biryarê û ji ber vê yekê jî têkildarî esasê divê parastin neyê wergirtin. Dozger têkildarî lêpirsina girtinê ku daxwaz were eşkerekirin ji şandeya dadgehê besiv xwest.    ŞANDEYA PISPOR WÊ WERE WEZÎFEDARKIRIN    Şandeya dadgehê diyar kir ku ji ber di ser lêkolîna girtinê de 30 roj derbas nebûye wê neyê kirin û daxwaza dozger negirt. Şandeya dadgehê ewraqan xwend û got ji bo axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş were lêkolînkirin ji aliyê dadgehê ve şandeya pispor hatiye wezîfedarkirin.    Pişt re parêzerê Demîrtaş, Mehmet Emîn Aktar destnîşan kir ku divê di her danişînê de lêkolîna girtinê were kirin û pêwîste lêkolîna girtinê were kirin.    Aktar anî ziman ku axaftina Demîrtaş a ji bo lêkolînê tê amadekirin di îdinameyê de wek sûc hatiye dîtin û ev îdianame bi sedemên siyasî hatiye amadekirin.    PARÊZER: EM BI ERKA XWE DIZANIN    Şandeya dadgehê ji bo parêzer biaxivin xwest dabeşkirinê bike. Parêzer li dijî şandeyê derketin û gotin ew wezîfeya xwe û erka xwe dizanin û kî parastinê bike neke ne dadgeh parêzer dizanin.    DEMÎRTAŞ: DARIZANDINEK POLÎTÎK E    Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F ku lê dimîne bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Demîrtaş têkildarî daxwaza xwe ya reda dadgerî got: “Têkildarî qaydeyê gotinên em bêjin hene. Me berê daxwaza xwe ya reda dadgerî bi nivîskî pêşkêş kiribû. Îro dixwazim bi devkî bêjim û derbasî qeydan were kirin. Çimkî daxwaza mey reda dadgerî di danişînê de ne tu daxwaza reda dadgerî ku ceryanî tu hewadisê bike. Ji ber vê yekê ji bo pêwîstiya rêgezên darizandina ceza em ê hemû daxwazên xwe bi devkî ji dadgeha we re ragihînin û ji dadgeha we daxwaz bikin ku biryarên navberê yên cûrbicûr werin tesîskirin bixwazin. Dixwazin mafê xwe yê axaftinê wiha bikar bînim.”    Demîrtaş destnîşan kir ku ew di serdemek ku siyaset ewqas qirêjî bûye û rê li ber gendelî û bêsinciyan vekiriye ew û hevalên xwe bi awayên polîtîk tên darizandin.    Serokê şandeya dadgehê xwest gotinên Demîrtaş qût bike lê Demîrtaş got serokê şandeyê dikare bikeve navberê û pirsan bike lê nikare pêşiya axaftina wî bigire.    ‘DOZEK BI FEN Û FÛT E’    Kurteya parastin û axaftina Demîrtaş wiha ye:    Ev doz ne doza Kobanê ye. Navê dozê û naveroka wê jî fen û fûtên li dijî HDP’ê ye. Doza tola siyasî ji HDP’ê girtin e. Helbet wê rojek were û berpirsiyarên mezin ên wek rayedarên hikumetê, walî, qeymeqam, midurên polîsan û yên komkujiyê pêk anîne derkevin holê. Bila her kes bawer be ku em ê nebin bersûcên li ser sendelyeyê bersûc. Ev fen û fût ne îdia ye, îthamek siyasî ye. Rastiyek divê neyê nîqaşkirinê ye. Li Tirkiyê heta îro gelek dozên siyasî hatin dîtin. Ez bûm şahidê gelek dozên bi fen û fût. Lê ez bawerim di dîroka hiqûqa dinyayê de cara ewil e ku partiyek yanî AKP-MHP partiyek din yanî HDP’ê didarizîne.   ERDOGAN, BAHÇELÎ Û SOYLÛ LI SER QOLTIXÊ DADGER RÛNIŞTINE    Di vê dozê de dadger û dozgerên rasteqîn tune ne. Li ser qoltixê dadger, Erdogan, Bahçelî û Soylû rûniştine, li ser qoltixê dozger jî medya alîgir û artêşa trolan rûniştine. Partî ne li eywanên danişînan li Meclîsê, meydanan û sindoqan bi hev re têdikoşin. Di pergalên herî faşîst de jî nikarin cubeyên dadgeran li xwe bikin û partiyekê bidarizînin. Lê belê AKP-MHP di bêperwebûnê, bêhiqûqiyê de sînoran nas nakin û îro xwe xistine şûna dadger û dozgeran û HDP’ê dirazînin. Em ê seranserî vê dozê bibînin ka kî kê didarizîne. Em ê qet destûr nedin ku îradeya gelê me bi van darizandinên fen û fût werin darizandinê. Wê xelkê me di sindoqan de bersiva pêwîst a faşîzma AKP-MHP bide û berpirsiyarên esasî û sûcdarên rastî derxin pêşberî darazê û her kesê parçeyê vê fen û fûtê ne dê li ber hiqûqê hesab bide. Em ê di vî warî de têkoşîna xwe ya hiqûqî û siyasî bidomînin. Ez ji tevahiya civaka Tirkiyê re dibêjin meraqê nekin. Dem û dewran diguhere. Ez ê xal bi xal her tiştî eşkere bikim.”    ERDOGAN FERMAN DA    Beriya ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê were eşkerekirin, Erdogan 40 roj berê gotibû ‘Daraza me wê tişta pêwîst bike’. Ji hinga ku îdianame gihîştiye destê we hûn vê fermanê disepînin. Girteka guncandîtinê piştî li UYAP’ê hat qeydkirin 18 saet şûn ve Cîgirê Giştî yê Serokê MHP’ê Fethî Yildiz twît parve kir û Tirkiyê wisa bihîst. Parêzerên dozê û şandeya dadgehê tenê dikarin bikevin UYAP’ê. Baş e Fethî Yildiz çawa zanibû? Em ê li HSYK’ê gilî bikin.   ŞANDEYA DADGEHÊ SEXTEKARIYÊ KIRIYE    Şandeya dadgehê tenê ne wergera korsan kiriye, di wergerê de sextekariyê jî kiriye. Ji bo biryara DMME’yê li dijî min bikar bîne hîle kiriye. Hevoka herî krîtîk a di biryara DMME’yê de şaş derbasî girtekê kiriye. Ev sûcek giran e û ev bi belgeyan hatiye teqezkirin. Biryara DMME’yê di 12’ê mijdarê de ji bo îmzeyê hat amadekirin û di 22’yê kanûnê de jî hat eşkerekirin. Biryara DMME’yê 40 roj şûn ve hat eşkerekirin, lê biryarê hin kesan bihîstiye. Kekê dadgerê tirk ê li DMME’yê endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê ye. Hêj ji eşkerekirina biryarê re 20 roj maye Erdogan û Bahçelî derbarê min de daxuyaniyên hişk dan.”    Şandeya dadgehê navber da danişînê û wê bi parastina Demîrtaş û parêzeran bidome.