Li Rezanê cenazeyê kesekî hat dîtin 2021-05-18 15:29:13   AMED - Li navçeya Rezanê Yahya Kahvadî yê 5 roj in agahî jê nedihatin girtin, cenazeyê wî li avahiyek terkkirî hat dîtin.    Li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezana Amedê ev 5 roj bûn agahî ji kesê bi navê Yahya Kahvadî (25) yê penaberek ji Sûriyê ye nedihat girtin. Cenazeyê Kahvadî yê li avahiyek terkkirî ya li kuçeya 279’an a taxê hat dîtin. Sedema mirina Kahvadî nehat zanîn û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.