Polîsan Hevseroka MEBYA-DER a Wanê binçav kirin 2021-05-19 08:56:16 WAN - Polîsan li Wanê Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulîstan Onver jî di nav de, gelek kes binçav kirin.    Li Wanê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER) Gulîstan Onver de girtin. Hat diyarkirin ku operasyon bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatiye lidarxistin.    Polîsan dest danîn ser pirtûkên li mala Onver û piştî 2 saet lêgerîna di malê de, Onver binçav kirin û çûn Şaxa MEBYADER a Wanê û li vê derê jî lêgerîna xwe dewam kirin. Polîsan piştî lêgerînê Onver û kesên binçav kirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Wanê. Hat ragihandin ku binçavkirina van kesan 4 rojan hatiye dirêjkirin û biryara sînordarkirina parêzeran a 24 saetan ji bo wan hat dayîn. Navê kesên di operasyonê de hatin binçavkirin wiha ne: Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulîstan Onver, endama desteya rêveber Ceyda Dîndar, Mahmût Dîndar, Îsa Demîragaç û Nûhî Alici.    Dibe ku di saetên pêş de, hejmara kesên hatin binçavkirin zêde bibe.