ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'AN 2021-05-19 09:00:10   * Cotkar Mehmet Cevat Tan ku nikare berên xwe bifiroşe û xisiriye, bal kişand ser bazirganên ku beran di depoyên xwe de dihêlin û komîsyonvanên fiyetan zêde dikin.    * Nivîskar Tamer Çîlîngîr, diyar kir ku di Qirkirina Rûmên Pontûsê de 353 hezar rûm hatine kuştin û ji bo mibadeleya bi Yûnanîstanê re jî got: "Ên çûn dewletê û çeteyên girêdayî dewletê dest danîn ser mal û milkên wan. Ên mayî jî bi litfa 'misilman' û 'tirk'bûyînê hatin efûkirin."    * Li Mêrdînê hosteyên kurtanan, piştî ku karê wan kêm bûye, bi heman sinhetê dest bi çêkirina çenteyan û amûrên xeml û xişirê kirine.    * Aborîzan û siyasetmedar Nesrîn Nas, anî ziman ku sedema herî girîng a xizaniya jinê newekheviya zayendî ye û got: "Xizaniya jinê divê bibe rojeva sereke ya welêt. Ji lew re xizaniya jinê di heman demê de xizaniya welat e jî."    * Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknûr Alcan, tecrîda li Îmraliyê wekî "îşkenceya sîstematîk" pênase kir û got: "Di mijarên siyasî û civakî de pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji bo tevahiya welêt wekî pîvaneke hiqûqî-polîtîk tê qebûlkirin. Heya ev neyê çareserkirin, ne pêkan e ku welêt bigihê pîvanên demokratîk."    * Civaknas Azad Bariş, diyar kir ku armanca operasyona TSK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe Şengal e û got: "Ew bi xwe jî bawer nakin ku dê PKK'ê biqedînin. Lê armanca wan; piştî berterefkirina Şengalê berê xwe bidin Rojavayê."    * Esnafên li Wanê bertek nîşanî daxuyaniya “em helalbûnê dixwazin” a Erdogan dan û gotin: “Di van şertên zor de me kesî li ba xwe nedît. Em heqê xwe li kesên me di vî halî de hiştin helal nakin.”    * Çalakiya Malbata Şenyaşar a bi daxwaza "edaletê" wê di roja 72'yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wê Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di binçavan de hatin windakirin wan li ser gorên wan ên li Taxa Gaziya Stenbolê bi bîr bîne. (11.00)   * Şaxên ÎHD û OHD'ê yên Mêrsînê têkildarî wê malbata ji Hewlêrê li Mêrsînê bi êrişek nijadperest re rûbirû mabû wê li avahiya ÎHD'ê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)