Nivîskarê rûm Çîlîngîr: Ên ji qirkirinê xelas bûn 'tirkîtî' li wan hat ferzkirin 2021-05-19 09:00:39   STENBOL - Nivîskar Tamer Çîlîngîr, diyar kir ku di Qirkirina Rûmên Pontûsê de 353 hezar rûm hatine kuştin û ji bo mibadeleya bi Yûnanîstanê re jî got: "Ên çûn dewletê û çeteyên girêdayî dewletê dest danîn ser mal û milkên wan. Ên mayî jî bi litfa 'misilman' û 'tirk'bûyînê hatin efûkirin."    Li gel ermenî û suryaniyan, gelek rûm jî hatine qirkirin. Lê belê kes pir behsa wan nake. Li gor dîrokzan Konstantînos Fotîatîs, di navbera 1914-1921'ê de li Amasya, Samsûn û Gîresûnê 134 hezar, li Nîksarê 27 hezar û 2016, li Trabzonê 38 hezar û 434, li Tokatê 64 hezar û 582, li Maçkayê 17 hezar û 479, li Şebînkarahîsarê 21 hezar û 448 rûm hatine kuştin. Tevî 50 hezar rûmên di rêya mibadeleyê de jiyana xwe ji dest dane, bi giştî 353 hezar pontûsî hatine qirkirin. Li gor Fotîadîs, derbeya herî giran a qirkirina di 1914'an de dest pê kiriye, di 19'ê Gulana 1919'an de pêk hatiye.    ÇÎROKA ŞERÊ RIZGARIYÊ   Nivîskarê rûm Tamer Çîlîngîr, anî ziman ku çîroka "Şerê Rizgariyê" ya bi salan e li dibistanan tê xwendin, di Nûtûka Mûstafa Kemal de baş hatiye vegotin. Tamer gotina Mûstafa Kemal a di Nûtûkê de bibîr xist ku dibêje "Tepisandina îsyanên dahilî, helbet ji tewqîfkirina taarûza yewnanan muhîmtir " û got: "Dibêje, ji rawestandina taarûza yewnanan girîngtir e. Di heman demê de eskerên îngilîz li Stenbolê, eskerên îtaliyan li Antalyayê, eskerên fransiyan li Riha û Mereşê ne û artêşa yewnanan jî hatiye Afyonê. Bi biryarên Mutarekeya Mondrosê, artêşa osmanî hatiye belavkirin. Lê belê bi Qolordûya 3'yan ku çekên xwe radest nekirine û bi çeteyan rêxistinbûyîneke eskerî tê kirin. Aliyên serketî yên şer ne li ber Qolorûduya 3'yan û ne jî li ber artêşa nû radibin."    QADA XEBATÊ YA ARTÊŞÊ    Çîlîngîr, destnîşan kir ku li dika dîrokê etaba ewil a lîstikê, bi Qirkirina Ermeniyan a 1915'an de dest pê kiriye û etaba duyem jî "Qirkirina Rûmên Pontûsê" û "ragihandina Komara Tirkiyeyê" ye. Çîlîngîr got: "Armanca eskerên îngilîz, îtalî û fransiyan ên li axa osmaniyan, ne ku bi temamî bimînin. Armanca wan piştgiriyê bidin dewleta nû, Tirkiyeyê."    Çîlîngîr, diyar kir ku qada xebatê û qerergeha Artêşa Navendî ya di 9'ê Kanûna 1920'î de hatiye avakirin, ne Antalya, ne Afyon e, qada wê ya xebatê Pontûs e."    Çîlîngîr, bilêv kir ku Nûrettîn Paşa tayinî serê Artêşa Navendî hatiye kirin û erka di dest wî de jî "selahiyeta fermandariya artêşê ye di dema seferê de." Çîlîngîr got: "Selahiyeta fermandariya artêşê, tê wateya erkeke bêdawî. Qanûn jî, dadgeh jî, dozger jî, dadger jî ew bi xwe ye. Lê divê bê fêmkirin tiştên li Pontûsê kiriye, bi fermana kesên ku ev erk dane wî kiriye."    ÊRÎŞ ZÊDE BÛN   Çîlîngîr, anî ziman ku piştî Mustafa Kemal û hevalên xwe çûne Samsûnê û hevdîtin bi reîsên çeteyan re kirine êrîşên li ser Rûman zêde bûne û ev çete piştî Şerê Balkanê, li Behra Reş jî heman tişt kirine. Çîlîngîr got: "Êrîş birin gundên rûman. Rûm, bêparastin bûn. Talan, xerakirin û şewitandin, tahdeya li jin û zarokên rûman..."    ÇETE HATIN XELATKIRIN    Çîlîngîr, anî ziman ku çete bi her awayî bûne xwedî îmtiyaz û çi sûc bikirina jî ji dêvla cezakirinê, dihatin xelatkirin. Çîlîngîr got: "Ev çeteyên li dijî rûman hatin avakirin, tenê ne gundên rûman, dilê wan ku bixwesta êrîş dibirin wir. Êrîş dibirin ser gundên misilmanan jî. Dest datanîn ser mal û milkên gundiyan, dest dirêjî keçên ciwan dikirin, dikuştin."    353 HEZAR PONTÛSΠ   Çîlîngîr ku got "Artêşa Navendî û çeteyên bi fermana Mûstafa Kemal hatine organîzekirin, 353 hezar rûmên pontûsî kuştine" û got: "Li gundên partîzanênn ku berê xwe dan çiyê candarek jî sax nehiştin. Berxwedêr, di şikeftan de, di dêr û qazanên keştiyan de bi saxî hatin şewitandin. Gundek jî nehiştin. Tu robarek nema bi xwîna rûmmên pontûsî sor nebû. Robarên Behra Reş hemû bi salan sor herikîn. Di sala 1923'yan de bi Yûnanîstanê re peymana mibadeleyê hat îmzekirin. Bi vê peymanê re rûmên xirîstiyan sirgûnî Yûnanîstanê hatin kirin. Ev hejmar bi giştî milyon û 250 hezar bû. Ji vana nêzî 200 hezar jê ji Pontûsê bûn. Ên çûn dewletê û çeteyên girêdayî dewletê dest danîn ser mal û milkên wan. Ên mayî jî bi litfa 'misilman' û 'tirk'bûyînê hatin efûkirin."    MA / Kadîr Guney