Li Stenbolê herî kêm 7 endamên Partîzanê hatin binçavkirin 2021-05-19 09:57:47   STENBOL - Polîsan li Stenbolê bi ser malên endamên Partîzanê de girt. Di operasyonê de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin.   Endamên Partîzanê li Stenbolê ji bo yek ji pêşengê nifşê 68’an Îbrahîm Kaypakkaya çalakiya bîranînê li dar xistibûn. Piştî vê bîranînê polîsan li Stenbolê serê sibê bi ser malên endamên Partîzanê de girt. Hat diyarkirin ku di serdegirtina 8 malan de herî kêm 7 kes hatine binçavkirin.