Walitiyê li Wanê qedexeya çalakiyan dîsa dirêj kir 2021-05-19 12:34:03   WAN - Walitiya Wanê, qedexeya çalakiyan a ku hezar û 640 roj in li bajêr berdewam dike, ji bo 15 rojan dîsa dirêj kir.    Walitiya Wanê ku ji 21’ê mijdara 2016’an ve bi hêceta OHAL’ê qedexeya çalakiyan  hezar û 640 roj in didomîne, dîsa dirêj kir. Walitiyê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku qedexeya çalakiyan ji bo 15 rojên din jî dirêj kiriye.