EMEP’ê ji ber ‘Doza Kobanê’ seredana HDP’ê kir 2021-05-19 13:42:49   DÎLOK/MELETÎ - EMEP’ê, ji ber Doza Kobanê seredana Rêxistinên HDP’ê yên Dîlok û Meletiyê kir.    Partiya Kedê (EMEP), piştî danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku duh li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin, seredana Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Dîlok û Meletiyê kir.  Serokê EMEP’ê yê Meletiyê Şerîf Demîrel û rêveberên partiyê seredana Rêxistina HDP’ê ya bajêr kirin. Demîrel di seredanê de axivî û got: “Em li rex têkoşîna we ya ku hûn bi rêve dibinin. Em di nava piştevaniyê de ne.” Hevseroka HDP’ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya jî wiha axivî: “Em li rex gelên bindest û mazlûman in. Ji bo hestên we yên piştevaniyê spas dikin.”   YEGÎN: EM BI HEVRE BIŞOPÎNIN   Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê Ûmût Yegîn û rêveberên partiyê jî seredana Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê kirin. Di seredanê de Yegîn, diyar kir ku Doza Kobanê siyasî ye û wiha axivî: “Pêşniyazpirsên ku ji bo pêvajoya Kobanê bê ronîkirin dan Meclîsê ji aliyê desthilatê ve hat redkirin. Piştî 6 salan vekirina dozê nîşaneya wê ye ku doz siyasî ye. Em weke Partiya Ked’ê tu ferqê di nava Doza Kobanê û Doza Ermenek, Soma, Pirsûs, Komkujiya Gara Enqereyê de nabînin. Me seredana piştevaniyê bi dostên HDP’î re kir. Em ê bi hev re şopdarên lêgerîna edaletê bin.”   TOGRÛL: DIVÊ TÊKOŞÎN HEVPAR BIBE   Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî wiha got: “Ji bo pêvajoya Kobanê me pêşniyazpirs dan meclîsê lê hemû jî hatin redkirin. Em difikirin ku hêzên ked û demokrasiyê bên ba hev wê van êrişan bisekinînin. Divê hêzên aştî, azadî û edaletê dixwazin, bibin yek û têkoşînê hevpar bikin.”