Soylû giliyê Hadî û Suleyman Ozişik kir 2021-05-19 14:31:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû derbarê Hadî û Suleyman Ozişik ên birayên hev de bi hêceta “bi zanebûn û xwestinê alîkare dane rêxistinê” gilî kir.    Tê gotin ku Hadî û Suleyman Ozişik ên birayê hev di navbera Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û serkêşê rêxistina sûcê organîze Sedat Peker de bûne navbeynkar. Piştî dîmenên Hadî Ozişik ji aliyê Sedat Peker ve li ser medya civakî hat belavkirin, bû yek ji sermijara rojeva li Tirkiyê. Suleyman Soylû derbarê ku tê gotin Hadî û Suleyman Ozişik di navbera wî û Peker de navbeynkariyê kirine gilî kir. Soylû serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û bi hêceta “heqaret”, “tewanbarî” û “bi zanebûn û xwestinê alîkarî dane rêxistinê” derbarê her du birayan de gilî kir û xwest lêpirsîn derbarê wan de were destpêkirin.